RÊBERA WEŞANÊ YA KOVARA NÛBIHAR AKADEMÎYÊ

  • Resenî û Etîk
    1. Di serîlêdanan de tê îfadekirin ku gotar resen e û ji hêla nivîskar an jî nivîskaran ve hatîye xwendin, pesendkirin û bi tu awayî di tu cihî de nehatîye weşandin. Herweha ji bo gotaran belgeya resenîyê/rapora întihalê jî li ser sîstemê tê barkirin.
    2. Nivîsarên ku tên şandin divê ji bo ku bên weşandin bo kovareke dî nehatibin arastekirin. Heger gotar berê di kongre, sempozyûm an jî civînekê de hatibe pêşkêşkirin, bi şertê aşkerakirina dem û cihê wê û guncawdîtina desteya weşanê dikare bê weşandin. Di vê babetê de hemû berpirsîyarî ya nivîskar e.
    3. Vekolînên ku ji bo weşanê ji kovarê re tên şandin divê li gorî krîterên etîk û exlaqî werin amadekirin.
    4. Ramanên resen, rêbaz, dane yan jî berhemên kesên dî, bêyî ku bên referekirin, bi tevahî an jî qismî wekî ku yên nivîskarî/ê bin nayên bikaranîn.
    5. Daneyên ku di rastîyê de tune ne yan jî yên tehrîfkirî nayên bikaranîn.
    6. Qeydên vekolînê an daneyên ku hatine bidestxistin nayên tehrîfkirin, amûr an materyalên ku di xebatê de nehatine bikaranîn wekî ku hatine bikaranîn nayên nîşandan, encamên vekolînê li gorî berjewendîya kes û rêxistinên ku piştgirî dane nayên guhertin.
    7. Tez an vekolînên ku hêj nehatine pêşkêşkirin yan jî nehatine parastin bê destûra xweyî wekî çavkanî nayên bikaranîn.
    8. Di vekolînên ku bi piştgirîyê hatine kirin de divê kes, sazî an rêxistinên ku piştgirî dane bên dîyarkirin.
    9. Naveroka berhemeke ku di encama peywirekê de hatibe xwendin, bê destûra vekirî ya nivîskarî/ê, berîya weşanê li gel kesên dî nayê parvekirin.
    10. Di pirsnameyan de bêyî razîbûna beşdaran an jî eger vekolîn li sazîyekê hatibe kirin di heman demê de bê destûra sazîyê daneyên li ber destan nayên weşandin.
    11. Dane û agahîyên ku ji kes û sazîyên dî hatine peydakirin bi qasî destûra ku hatîye dayîn tên bikaranîn
    12. Di van xalan de berpirsê naveroka gotaran nivîskar bixwe ye.
    13. Gotarên ku ji bo weşanê tên pesendkirin, heqê weşana wan yê kovarê ye.
    14. Bi şertê ku navê Nûbihar Akademîyê bê gotin gotar û xebatên dîtbarî yên ku di kovarê de weşîyane dikarin bên wergirtin.

    1. Gotar ji bo ku karê rûpelsazî û mîzanpajê bi awayekî zûtir bên meşandin di dosyeya Microsoft Wordê de tên nivîsîn.
    2. Di gotaran de font Times New Roman, punto 12 û valahîya navbera rêzan 1,5 înk in. Eger fontên taybet hatibin bikaranîn dosyayên wan jî tên şandin.
    3. Gotarên vekolînî bi nîşe û referansên xwe ve ji 30 rûpelî, gotarên kurt û nivîsarên li ser nirxandina pirtûkan û danasîna tezan jî ji 10 rûpelan dirêjtir nabin.
    4. Ji bo şikil, wêne, grafîk û xişteyan jimare tên dayîn û dema di nav gotarê de pêdivî çêbû jimareyên wan tên dîyarkirin. Sernavên wan li binê wan, heger ku ji cihekî din hatibe neqilkirin jêdera wan di jêrenotê de tê nivîsîn.
    5. Eger sedemekî taybet tunebe di mînakan de rêza alfabetîk tê şopandin:

    Nimûne:

    • Almanî, Japonî, Kurdî, Tirkî...
    • Amêdîyê, Dîyarbekir, Meletî, Stenbol, Wan...

  • Di plansazîya gotaran de ev rêzbendî tê şopandin: Sernavê gotarê, navê nivîskar/an, puxte (abstract), peyvên serekî, deqê gotarê, jêder/bîblîyografya û kurteya dirêj (extended summary).

    1. Sernav
    • Sernavê gotaran hevterîbê armanc û çarçoveya gotaran tên nivîsîn.
    • Di sernavan de herî zêde 14 peyv tên bikaranîn.
    • Di gotarên Kurdî û Îngilizî de bi her du zimanan sernav tên amadekirin. Ji van sernavan yê ku bi zimanê gotarê hatîye nivîsîn li jorê cih digire. Di gotarên Farisî û Tirkî de sernav pêşî bi zimanê gotarê, piştre jî bi Kurdî û Îngilîzî tên nivîsîn.
    • Sernavên Kurdî di gotarên Kurdî de bi dîyalekta ku gotar pê hatîye nivîsîn û di gotarên dî de bi dîyalekteke ku nivîskar tercîh bike tên nivîsîn.
    • Di sernavan de karakter bold/reş, punto 14 û ji bilî edatan herfên pêşî yên peyvan girdek in.
    1. Navê Nivîskarî(ê)/an
    • Nav û paşnavê/n nivîskarî(ê)/an li bin sernavê gotarê tên nivîsîn.
    • Unvana akademîk, sazî, fakulte, beş, binbeş, navnîşana elektronîk (e-mail) û ORCIDa nivîskarî(ê)/an bi aparata *ê di jêrenotê de tên dayîn.
    1. Puxte
    • Di gotarên Kurdî û Îngilizî de puxte bi her du zimanan tên amadekirin. Ji van puxteyan a ku bi zimanê gotarê hatîye nivîsîn di serî de cih digire.
    • Di gotarên Farisî û Tirkî de pêşî puxteya bi zimanê gotarê, piştre jî puxteyên Kurdî û Îngilîzî tên nivîsîn.
    • Puxteyên Kurdî, di gotarên Kurdî de bi dîyalekta ku gotar pê hatîye nivîsîn û di gotarên Ingilîzî, Farisî û Tirkî de bi dîyalekteke ku nivîskar tercîh bike tên nivîsîn.
    • Puxte di navbera 100-120 peyvan de tê nivîsîn.
    1. Peyvên Serekî
    • Di dawîya hemû puxteyan de peyvên serekî yên gotarê bi zimanê puxteyan tên nivîsîn.
    • Ji bilî peyva yekem û peyvên taybet tîpên yekem ên peyvên serekî hûrdek tên nivîsîn.
    • Di navbera peyvan de bêhnok (,) û dawîya hemû peyvan de xal (.) tê danîn.
    1. Deqê Gotarê
    • Gotar bi zimanekî zelal, uslûbeke zanistî û bi nirxandinên objektîf tên nivîsîn.
    • Deqê gotarê li gor rêbazên etîk û exlaqî tê nivîsîn ku di beşa “Resenî û Etîk/Exlaq”ê ya rêbera weşanêyê de bi hûrgulî hatine nîşandan.
    • Di deqê gotaran de teqez beşên destpêk (ıntroduction) encam (conclusion) û jêderan (references) cih digirin. Li gorî rewşê beşên wekî armanc (research purpose), çarçoveya teorîk (literature review), rêbaz (methodology), destkeft (findings), nîşane (results), gengeşe (discussion) û pêşnîyaz (recommendation)ê jî wek beşên serbixwe tên nivîsîn.
    1. Jêder/Bîblîyografya

    Beşa jêder/bîblîyografyayê li gor sîstema APAyê tê amadekirin ku di beşa “Referekirin, Jêgirtin û Jêder”ê a rêbera weşanêyê de bi hûrgulî hatîye nîşandan.

    1. Kurteya Dirêj
    • Kurteya dirêj piştî beşa jêder/bîblîyografyayê ya gotarê cih digire.
    • Kurteya dirêj ji bo gotarên Kurdî, Farisî û Tirkî tê nivîsîn.
    • Zimanê kurteya dirêj Îngilîzî ye.
    • Kurteya dirêj di navbera 500-750 kelîmeyî de tê nivîsîn.
    • Di kurteya dirêj de sernavên navxweyî (destpêk, rêbaz û hwd.), referansên jêderan, û jêgirtinên wekxwe cih nagirin.
    • Kurteya dirêj hemû hizr û ramanên gotarê vedihewîne.
    • Di kurteya dirêj de xalên wek destpêk (introduction), armanc (research purpose), çarçoveya teorîk (literature review), rêbaz (methodology), destkeft (findings) encam (conclusions) û pêşnîyazên xebatê (recommendation) bêyî ku sernav bên bikaranîn cih digirin.

    1. Gotarên ku bo kovarê tên arastekirin di çarçoveya esasên rêbera weşanê de tên amadekirin.
    2. Di amadekirina gotaran de ji şablona nimûneyî sûd dikare bê wergirtin.
    3. Berî arastekirina gotaran bo kovarê endamtîya malpera https://dergipark.org.tr/tr/pub/nubihar tê encamdan, piştre gotar li heman malperê tê barkirin.
    4. Ger di gotaran de tablo, şikil û xêz hebin ew jî tên teslîmkirin.

    1. Gotarên ku tên şandin ji alîyê edîtorê kovarê ve bo edîtorên qadan tên hewalekirin. Pêşnirxandina gotaran ji alîyê edîtorên qadê ve tê kirin. Gotarên ku di encama pêşnirxandinê de ji bo prosesa nirxandinê guncaw nehatibin dîtin tên redkirin. Di halê redkirinê de sebebê redkirinê tê nivîsîn û nivîskar tê serwextkirin.
    2. Gotarên ku li gorî rêbera weşanê nehatibin nivîsîn, bi armanca ku bên serrastkirin li nivîskaran tên vegerandin.
    3. Gotarên guncaw ji du hekeman re tên şandin. Biryara weşandina gotarên ku ji kovarê re tên şandin li gorî nirxandinên van hekeman tê dayîn. Eger raporên her du hekeman erênî bin wê demê gotar tê weşandin. Eger yek erênî yek nerênî be, gotar ji hekemekî sêyem re tê şandin û biryara dawîn a weşanê li gorî rapora wî tê dayîn.
    4. Dema hekeman serrastkirin xwestin û pêşnîyazên xwe kirin, gotar demildest li nivîskaran tê vegerandin û li gor nêrînên hekeman daxwaza pêşxistin û guherandina gotaran tê kirin. Heger di dema sînorkirî de guherîn û serrastkirin nehatibin çêkirin û şandin, biryardayîna weşanê wê demê di destê edîtorîyê de ye.
    5. Gotarên ku ji bo serrastkirinê ji hekeman re tên şandin herî dereng di nava du hefteyan de ji kovarê re tên şandin. Eger di vê maweyê de nirxandin nehatibe kirin maweya nirxandinê bo du hefteyên dî dikare bê dirêjkirin.
    6. Gotarên serrastkirî di halên pêwîst de ji alîyê hekeman ve dîsa tên kontrolkirin.
    7. Di rewşa nelihevkirina di navbera hekem û nivîskaran de biryara weşandina gotarê ya edîtorîyê ye.
    8. Encama pesendkirin yan pesendnekirina gotarê digel raporên hekeman ji nivîskaran re li ser sîstema elektronîk ya https://dergipark.org.tr/tr/pub/nubiharê tên şandin
    9. Eger gotar ji dema teslîmkirina nivîsê heta derketina du hejmarên kovarê nehatibe weşandin, derbarê vê yekê de bo nivîskaran agahî tê dayîn.
    10. Gotarên ku hatine şandin biweşin jî neweşin jî li nivîskarên wan nayên vegerandin.
    11. Xwedîyê gotaran prosesa weşanê ya gotarên xwe dikarin ji malpera https://dergipark.org.tr/tr/pub/nubiharê bişopînin.
    12. Di wergêran û danasîna pirtûkan de heman prosesa jorîn tê meşandin.
    13. Deqê wergêranê digel orjînala wê ji hekeman re tên şandin.

  • Referekirin
    1. Referansên ku di nav gotarê de bo jêderan tên kirin li gorî versîyona şeşan a sîstema APAyê (American Psychological Association) tên nîşandan. (Şêweyên nîşandana referansan di “Rêbera Rênivîsa Referans û Jêderan li Gor Stîla “APA”yê” de bi hûrgulî hatine rêzkirin.)
    2. Eger têbînî hebin di hundirê gotarê de tên jimarekirin û di jêrenotê de li gor jimareya xwe tên nivîsîn.
    3. Nivîskar bi xwe ji rastî û nerastîya referansan berpirsîyar e.
    Jêgirtin
    1. Jêgirtinên ku jimara peyvên wan ji 40î derbas dibin bi awayekî blok tên dayîn. Ev jêgirtin ji alîyê çepe ve bi qasî tabekê di hundir de cih digirin, bi 11 puntoyan tên nivîsîn û bê coteneynok in. Jêgirtinên ku jimara peyvên wan ji 40î kêmtir bin di nav metnê de bi coteneynokê û 12 puntoyan tên dayîn.
    2. Eger di nav metnê de du nivîskar bi heman paşnavî derbas bibin, navên wan digel paşnavên wan tê nivîsîn. Nimûne: “Çawa ku Shahab Vali dibêje...”, “Çawa ku Abbas Vali dibêje...”
    3. Eger çavkanîya eslî li ber dest nebe û nivîskar bi rêya çavkanîyeke destê duyem ji wê çavkanîyê jêgirtinê bike, çavkanîya eslî hem di nav metnê de tê dîyarkirin hem jî di beşa jêderan/bîblîyografyayê de di nav [ ]ê de tê dîyarkirin.
    Jêder/Bîblîyografya
    1. Agahîyên berfireh ên jêderên ku di nav deqê gotarê de hatine referekirin di dawîya gotarê de di beşa “Jêder/Bîblîyografyayê”yê de tên dayîn û eger pêdivî hebe dikarin di nav deqê gotarê de di jêrenotê de jî bên nîşandan.
    2. Jêderên ku di beşa “Jêder/Bîblîyografyayê”yê de tên dayîn li gor paşnavên nivîskaran bi rêza alfabetik tên rêzkirin.
    3. Kunyeya jêderan li gorî sîstema versîyona şeşan a APAyê (American Psychological Association, 6th edition) tê amadekirin.
    4. Nivîskar/şair yan jî navên kevn wek navekî tên nivîsîn (wek: Ehmedê Xanî, Şerefxanê Bidlîsî, Hafizê Şîrazî...).
    5. Ji bo berhemên destxet tarîxa îstînsaxê tê nivîsîn. Eger ew tunebe, yan jî neyê xwendin di dawîya jêderê de têbînîyeke bi şiklê “berhema destxet/resen” tê nivîsîn.
    6. Ji bo jêderên ku di jenerîkên wan de tarîx, yan jî cihê çapê tunene, di nav kevanekê de (bêtarîx), yan jî (bêcih) tê nivîsîn.
    7. Navên bajarên ku jêder lê çap bûne li gor îmlaya jenerîkê tên nivîsîn.
    8. Eger ji heman nivîskarî/ê du yan jî zêdetir jêder hatibin bikarînan û tarîxa wan heman sal bin li gor rêza alfabetîk bi herfan tên kodkirin, wek: (Eagleton, 2014a) (Eagleton, 2014b).

  • PIRTÛK

    Pirtûkên bi Yek Nivîskarî

    < Paşnav, HerfaEwilYaNavî. (Sal). NavêPirtûkê. CihêWeşanê: NavêWeşanê. >

    Mînak:

    Ebdulla, N. (2008). Mem û Zîna Ehmedê Xanî. Erbil: Aras.

    REF: (Ebdulla, 2008: 13)

    Fuad, K. (1970). Kurdische Handschriften. Wiesbaden: Franz Steiner.

    REF: (Fuad, 1970: 13)

    Tek, A. (2018). Hâmîsiz Şâir, Babasız Metin: Mem û Zîn ve Osmanlıca Çevirileri Üzerine Bir İnceleme. İstanbul: Nûbihar.

    REF: (Tek, 2018: 13)

    Ülken, H. Z. (1997). Uyanış Devirlerinde Tercümenin Rolü. İstanbul: Ülken.

    REF: (Ülken, 1997: 13)

    Pirtûkên bi Du Nivîskaran û Zêdetir (Book with more than one author)

    < Paşnav, HerfaEwilYaNavî & Paşnav, HerfaEwilYaNavî. (Sal). NavêPirtûkê. CihêWeşanê: NavêWeşanê. >

    Mînak:

    Alexie, S. & Akif, H. (2001). Ahmedê Khanî: Mem et Zîn. Paris: L’Harmattan.

    REF: (Alexie & Akif, 2001: 13)

    Aslanoğlu, O. & İslamoğlu, B. & ûyd... (2011). Ferhenga Pirzimanî. İstanbul: Nûbihar.

    REF: (Aslanoğlu & ûyd, 2011: 13)

    Cindî, H. & Evdal, E. (2008). Folklora Kurmanca. İstanbul: Avesta.

    REF: (Cindî & Evdal, 2008: 13)

    Malmîsanij & Lewendî, M. (1992). Li Kurdistana Bakur û Li Tirkîyê Rojnamegerîya Kurdî (1908-1992). Ankara: Özge.

    REF: (Malmîsanij & Lewendî, 1992: 13)

    Mosteller, F. & Rourke, R. E. K. & ûyd... (1967). Probability and Statistics. Massachusetts: Addison-Wesley Publishing.

    REF: (Mosteller & ûyd, 1967: 13)

    Pirtûkên bi Edîtorî/Berhevkarî (Book whit an Editor)

    < Paşnav, HerfaEwilYaNavêEdîtor(an). (Ed.) (Sal). NavêPirtûkê. CihêWeşanê: NavêWeşanê. >

    Mînak:

    Çakmak, Y. & Şur, T. (Der.) (2018). Kürt Tarihi ve Sîyasetinden Portreler. İstanbul: İletişim.

    REF: (Çakmak & Şur, 2018: 13)

    Gündoğdu Yücel, S. & ûyd. (Ed.). (2019). Current Issues in Kurdish Linguistics. Bamberg: University of Bamberg Press.

    REF: (Gündoğdu Yücel& ûyd, 2019: 13)

    Halman, T. S. & ûyd. (Ed.). (2006). Türk Edebîyatı Tarihi. Ankara: Kültür ve Turizm Bakanlığı Yayınları.

    REF: (Halman & ûyd, 2006: 13)

    Subaşı, K & Geyik, R. (Ed.). (2017). Gotarên Zimannasîyê. İstanbul: Nûbihar.

    REF: (Subaşı & Geyik, 2017: 13)

    Vali, A. (ed.). (2003). Essays on the Origins of Kurdish Nationalism. California: Mazda.

    REF: (Vali, 2003: 13)

    Beşa Pirtûkên Edîtorî/Berhevkarî: (Chapter in an edited book)

    < Paşnav, HerfaEwilYaNavî. (Sal). SernavêBeşaPirtûkê. Paşnav, HerfaEwilYaNavêEdîtor(an). (Ed.). NavêPirtûkê, (rûpel). CihêWeşanê: NavêWeşanê. >

    Mînak:

    Blau, J. (2010). “Written Kurdish Literature.” A History of Persian Literature: XVIII. (Ed: Mohsen Ashtiany & Ulrich Marzolph). New York: I. B. Tauris.

    REF: (Blau, 2010: 13)

    Gündoğdu Yücel, S. (2015). Negation in Kurmanji. Manova, S. (Ed.). Affix Ordering Across Languages and Frameworks, (154-171). London: Oxford University Press.

    REF: (Gündoğdu, 2015: 13)

    Vali, S. (2017). Kaçar-Osmanlı Savaşlarında Guran Kürtleri Üzerine Manzum Bir Belge: Mîrzayê Kerendî’nin Ceng-name’si. Özcoşar, İ. & Vali, S. (Ed.). Osmanlı Devleti ve Kürtler, (263-291). İstanbul: Kitap.

    REF: (Vali, 2017: 13)

    e-Pirtûk:

    < Paşnav, HerfaEwilYaNavî. (Sal). NavêPirtûkê. link. >

    Mînak:

    Soleimani, K. (2016). Islam and Competing Nationalisms in The Middle East, 1876-1926. https://books.google.com.tr/books?id=WP9jDAAAQBAJ&lpg=PR2&dq=editions%3ARfunL12OCAYC&pg=PR5#v=onepage&q&f=false

    REF: (Soleimani, 2016: 13)

    Pirtûkên ku ji Alîyê Sazîyan ve Hatine Nivîsîn (Book whit a corporate author)

    < NavêSazîyê. (Sal). NavêPirtûkê. CihêWeşanê: NavêWeşanê. >

    Mînak:

    Devlet İstatistik Enstitüsü. (2004). Türkîye İstatistik Yıllığı. Ankara: Devlet İstatistik Enstitüsü.

    REF: (Devlet İstatistik Enstitüsü, 2004: 13)

    İçişleri Bakanlığı. (1968). Köylerimiz. Ankara: Başbakanlık Basımevi.

    REF: (İçişleri Bakanlığı, 1968: 13)

    World Health Organization. (2021). COVID-19: Occupational Health and Safety for Health Workers. Geneva: WHO.

    REF: (World Health Organization, 2021: 13) 

    GOTAR

    Gotarên di Kovarên Çapbûyî de Weşîyayî (Print Journal Articles)

    < Paşnav, HerfaEwilYaNavî. (Sal). NavêGotarê. NavêKovarê, cild (HejmaraKovarê), rûpel.>

    Mînak:

    Dehqan, M. (2007). A Late Ottoman Turkish Verse Version of Xanî’s Mem û Zîn in the Manuscript Collection ot the Islamic Consultative Assembly Library I. Manuscripta Orientalia, vol: 13. (2), 55-58.?

    REF: (Dehqan, 2007: 60)?

    Şerîfî, A. (2015).  Muqayeseyek Digel Mesnewîya Kurdî Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Leyla û Mecnûna Nizamî. (wer: Ayhan Geverî). Nûbihar, 131, 19-24.

    REF: (Şerîfî, 2015: 19)

    Tezcan, N. (2010). Sebeb-i Teliflere Göre Mesnevi Edebîyatının Tarihsel Dönüşümü. Doğu-Batı, 52, 49-74.

    REF: (Tezcan, 2010: 60)

    Gotarên di Kovarên Elektronîk de Weşîyayî (E-Journal Articles)

    < Paşnav, HerfaEwilYaNavî. (Sal). NavêGotarê. NavêKovarê, cild (HejmaraKovarê), rûpel/lînk.>

    Mînak:

    Alsancakli, S. (2016). The Early History of Kurdish Studies (1787-1901), Die Welt Des Islams, 56, 55-88.

    REF: (Alsancakli, 2016: 60)

    Gündoğdu, S. (2016). Remarks on Vowels and Consonants in Kurmanji. Anemon Muş Alparslan Üniversitesi Sosyal Bilimler Dergisi, 4, (1), 57-70.

    REF: (Gündoğdu, 2016: 60)

    Tek, A. (2019). Kolektif Bellekte Kırılma ve Yeniden İnşa Olarak Kerbela Yası, Monograf, 11, http://monografjournal.com/sayilar/11/kollektif-bellekte-kirilma-ve-yeniden-insa-olarak-kerbela-yasi-monograf-11.pdf

    REF: (Tek, 2019)

    Ansîklopedî (Encyclopedia)

    < Paşnav, HerfaEwilYaNavî. (Sal). NavêMaddeyê. NavêAnsîklopedîyê, (Cild, rûpel).  CihêWeşanê: NavêWeşanê. >

    Mînak:

    Kut, G. (2003). Lâmii Çelebi. İslâm Ansiklopedisi, (27, 96-97). Ankara: Türkîye Dîyanet Vakfı.

    REF: (Kut, 2003: 96)

     

    Ferheng (Dictionary)

    < Paşnav, HerfaEwilYaNavî. (Sal). NavêMaddeyê. NavêAnsîklopedîyê, (Cild, rûpel).  CihêWeşanê: NavêWeşanê. >

    Mînak:

    Nişanyan, S. Nişanyan Sözlük: http://www.nisanyansozluk.com

    REF: (Nişanyan)

    Tez (Theses)

    < Paşnav, HerfaEwilYaNavî. (Sal). NavêTezê. (TezaDoktorayê/LîsansaBilindyaÇapnebûyî).  NavêZanîngehê, NavêBajêr. >

    Mînak:

    Ergün, Z. (2012). Di Peydabûna Edebîyata Kurdî ya li Cizîra Botan de Karîgerîya Bajarvanîyê. (Teza Lîsansa Bilind ya Çapnebûyî). Mardin Artuklu Üniversitesi, Mardin.

    REF:(Ergün, 2012: 60)

    Zeydanlioglu, W. (2007). Kemalism’s Others: The Reproduction of Orientalism in Tukey. (Unpublished doctoral dissertation). Anglia Ruskin University, Cambridge.

    REF:(Zeydanlioglu, 2007: 60)

    ÇAVKANÎYÊN DÎJÎTAL

    Malperên Serbixwe

    Yee, I. H. (2003). Cataloging and metadata education: a proposal for preparing cataloging professionals of the 21st century. wergirtina ji înternetê: 26 Hezîran 2005, http://www.loc.gov/ catdir/bibcontrol/ 

    Referekirin:(Yee)

    Gotara Dîjîtal

    Altun, A. (2003). E-okuryazarlık. Milli Eğitim Dergisi, 158. wergirtina ji înternetê: 10 Kanûn 2003, http://www.meb.gov.tr/index800.htm

    Referekirin: (Altun, 2003)

    Gotara Dîjîtal a ji Datayekê

    Aknem, K. (2005). Approaches to meta-analysis: a guide for LIS researchers. Library&Information Science Research, 27(2),164-176. wergirtina ji Datayê: 25 Sibat 2005, ScienceDirect

    Referekirin: (Aknem, 2005, r. 168)

    Pêşkêşîyeke Dîjîtal

    Ergun, C. (2002, 19-21 Aralık). Metadata ve kütüphanelerde kullanımı. Pêşkêşîya Konferansa “Li Tirkîyeyê Înternet” ya VIII. wergirtina ji înternetê: 29 Berfanbar (ji bedêla navê mehê, reqema rêzê bê dayîn ne çêtir e?) 2003,  http://inet-tr.org.tr/inet conf8/bildiri/86.doc

    Referekirin: (Ergun, 2002, r. 3)

    Posteyeke Dîjîtal ku ji bo Koma Ragihandinê Hatîye Şandin

    Işık, E. (2003, 5 Mijdar). Bitki kütüphanesi. Posteya ku ji bo  Koma Kutup-L  hatîye şandin, di navnîşana http://listproc.metu.edu.tr.9000/reguster/archieves/KUTUPL/kutupl.log200311/msg00008.html de tê veşartin..

    Referekirin: (Işık, 2003)

    CUREYÊN DIN ÊN ÇAVKANÎYAN

    Bendên Ansîklopedîyan

    Ersoy, O. (1973). Kağıt ve Kağıtçılık. Türk Ansiklopedisi içinde (c.21, r. 112-115). Ankara: Milli Eğitim Bakanlığı.

    Referekirin: (Ersoy, 1973, r. 113)

    Rapor

    Türk Sanayicileri ve İş Adamları Derneği. (1999). Türkîye’de mesleki ve teknik eğitimin yeniden yapılandırılması (Rapor No: TY/184/1999). İstanbul: Türk Sanayicileri ve İş Adamları Derneği.

    Referekirina Yekem

    (Türk Sanayicileri ve İş Adamları Derneği [TÜSİAD], 1999, r. 32)

    Referekirinên Piştî ya Yekem

    (TÜSİAD, 1999, r. 37)

     

    Tez

    Ergün, Z. (2012). Di Peydabûna Edebîyata Kurdî ya li Cizîra Botan de Karîgerîya Bajarvanîyê. Teza Lîsansa Bilind ya Çapnebûyî, Mardin Artuklu Üniversitesi, Mardin.

    Referekirin:(Ergün, 2012, r. 43) dubare?

    Hughey, A. C. (1933). The treatment of the Negro in South Carolina fiction. Unpublished master’s thesis, University of South Carolina.

    Referekirin:  (Hughey, 1933, r. 54)