Tuesday , October 24 2017
Home / Cild / Cild 2 / Yekem Kovara Zarokan a Kurdî“Girr û Gallî Mindallanî Kurd”

Yekem Kovara Zarokan a Kurdî“Girr û Gallî Mindallanî Kurd”

KURTE:

Di vê xebatê de danasîna yekem kovara zarokan a Kurdî ya bi navê Girr û Gallî Mindallanî Kurd hatiye kirin. Berî danasîna vê kovarê me pêşî bi kurtî qala girîngiya kovarên zarokan û nimûneya wê ya yekem a di cîhanê de kir. Her wiha berî derketina vê kovarê li Îranê rewşa çapemenî û sîyasî ya Kurdan çawa bûye hat vegotin. Çimkî bêguman rewşa siyasî ya wê çaxê faktoreke girîng bû ji bo derketina vê kovarê. Piştî van agahiyên kurt me kovara Girr û Gallî Mindallanî Kurd ku di sala 1946an de sê hejmar jê derçûne bi awayekî berfireh hem ji aliyê naverokê ve hem ji aliyê şiklî ve da nasandin. Di kovarê de çi cure nivîs weşiyane, bi kîjan rêbazê weşana xwe kiriye, armanca weşana vê kovarê çi bûye bi berfirehî hatiye berçavkirin. Herî dawî sê bergên resen ên kovarê jî di vê xebatê de bi xwîneran re hatiye parvekirin.

Bêjeyên Sereke: Zarok, kovar, Girr û Gallî Mindallanî Kurd, danasîn.

Min destxetên resen ên vê kovarê bi alîkariya Diyar Fayzula bi dest xistin ku wî ji arşîva Dr. Himdadî Husên ji bo min ev destxet şandin. Diyar Fayzula li bajarê Silêmaniyê mamosteyê pêşdibistanê ye ku divê ez bi taybetî spasiya wî bikim.

Dabar Kirin

About Kenan Subaşı

Wanebêj, Zanîngeha Mardin Artukluyê, Enstîtuya Zimanên Zindî, Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî, Mêrdîn, Turkiye / Lecturer, Mardin Artuklu University, Living Languages Institute, Kurdish Language and Culture Departmant, Mardin, Turkey. e-mail: kenanenado@gmail.com

Check Also

Mela Ebdulfettahê Hezroyî (Fethî) û Qesîdetu’l-Qelema Wî (Metn-Lêkolîn)

PUXTE: Helbestên babeta qelemê yên Edebiyata Klasîk (qelemname) hem wekî cureyekî edebî girîng in hem …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *