Tuesday , October 24 2017
Home / Der Bare Kovare De / Sererastkirina Gotaran

Sererastkirina Gotaran

Li nava welat û li dîyasporayê gelek pispor, akademîsyen û lêkolerên Kurd hene ku di qadên curbicur ên zanistên mirovayetî de xwe pêgihandine û di warên zanistî de kar dikin. Lê gelek ji van pisporan, ji ber mercên ku tê de pêgihîştine, nikarin gotarên xwe yên zanistî bi Kurdî binivîsin. Kovara Nûbihar Akademiyê bangewazî li kesên bi vî rengî dike ku ev kes gava yekem bavêjin û gotarên xwe bi Kurdî binivîsin. Dema ku gotarek bi Kurdî bê nivîsandin û ji bo sererastkirinê ji Nubihar Akademiyê re bê şandin, ew gotar dê ji aliyê pisporan ve bê sererastkirin. Gotarên ku bên şandin dê ji du aliyan ve bên kontrolkirin û sererastkirin:

1. Sererastkirina Normal Sererastkirina normal, ji aliyê rênivîsê ve tê kirin. Ev cure sererastkirin ji bo kesên ku Kurdiya wan a nivîskî û zanistî baş e, lê rênivîsa wan kêm e tê kirin.

2. Sererastkirina Pêşketî Sererastkirina pêşketî, ji aliyê wate û jinûvesazkirina hevokan ve tê kirin. Ev cure sererastkirin ji bo kesên ku axaftina wan baş e, dikarin hizr û ramanên xwe derbasî nivîsê bikin, lê ji aliyê termînolojî û gramera Kurdî ve kêm in tê kirin.

Têbînî: Piştî ku karê sererastkirina gotarê qediya, êdî gotar ji hekeman re dê bê şandin. Xizmeta sererastkirina gotaran ji bo zaraveyên Kurmancî û Dimilî ye.

  • Ji bo sererastkirinê gotarên xwe bişînin vê mailê: nubiharakademi@gmail.com

About Editor

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *