Friday , April 20 2018
Home / Cild / Cild 2 / Jimar 7 / Şerê li Hember Daîşê, Tirkiye û Pêşeroja Kurdistana Iraqê

Şerê li Hember Daîşê, Tirkiye û Pêşeroja Kurdistana Iraqê

Abdullah KIRAN
Prof. Dr., Zanîngeha Muş Alparslanê, Fakulteya Îqtîsadê, Beşa Têkiliyên Navneteweyî, Muş, Turkiye
e-mail: 29abdullah@gmail.com

PUXTE:

Siyaseta Tirkiyê ya li hemberî herêma Kurdistana Iraqê di nav deh- panzdeh salên dawî de çend caran guherî. Hukûmeta AK Partiyê di sala 2007an de dev ji helwesta kevin a dewleta Tirkiyê berda û hêdî hêdî siyaseteke hê nerm û himêzkar şopand. Di çarçova siyaseta nû de, Tirkiyê di warî aborî û siyasî de têkiliyên gellek xurt bi hukûmeta Kurdistana Iraqê re danî. Di Îlona 2012an de Hukûmeta Kurdistanê bi awayekî fermî beşdarî Kongreya AK Partiyê bû. Di sala 2013an de, Serokwezîr Erdo- gan li Diyarbekir pêşwazî li Serokê Kurdistanê Mesut Barzanî kir û di heman salê de petrola Kurdistanê li ser Tirkiyê, gihîşt bazarên dinyayê. Tirkiye û desthilatiya Kurd ewqas nêzîkî hevdu bûn ku, vê têkilya wan a germ, desthilatiya navendî ya Iraqê û Amerîka xembar kir. Di Hezîrana 2017an de, gava ku gava ku desthilatiya Kurd biryara referandûma serxwebûnê stand, Tirkiye bi hişkî li hember derket û xwest ku referandûm ji bo çend salan bê bipaşxistin. Piştî ku referandûm di 25ê Îlonê de pêk hat, Tirkiye û Îranê sînorên xwe yê ezmanî li ber herêma Kurdistanê girtin. Di 16ê Razberê de hêzên Iraqê û Heşdî Şabî ketin Kerkûkê û bi ketina Kerkûkê re, serxwebûna aborî ya desthilatiya Kurd ket xeterê û Tirkiyê dest pê kir, cardin têkiliyên xwe yên bi hukûmeta navendî ya Iraqê re xurt kir. Bi vî awayî têkiliyên herdu aliyan ket serdemeke nû.

Bêjeyên sereke: Tirkiye, Kurd, DAÎŞ, Iraq, Kurdistana Iraqê.

Dabar Kirin

About Abdullah KIRAN

University, Faculty of Economics, Department of International Relations, Muş, Turkey / Prof. Dr., Zanîngeha Muş Alparslanê, Fakulteya Îqtîsadê, Beşa Têkiliyên Navneteweyî, Muş, Turkiye

Check Also

Li Gorî Pîvanên Cunningsworth Nirxandinek li Ser Hînkerê

Şehmuz KURT Xwendekarê Doktorayê li Beşa Ziman û Çanda Kurdî, Zanîngeha Dîcleyê, Turkiye e-mail: sehmuzkurt@gmail.com …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *