Tuesday , October 24 2017
Home / Cild / Cild 2 / Rojnamevanekî Siyasetmedar û Rojnameyeke Muxalif: Mewlanzade Rifat û Rojnameya Serbestî

Rojnamevanekî Siyasetmedar û Rojnameyeke Muxalif: Mewlanzade Rifat û Rojnameya Serbestî

KURTE:

Mewlanzade Rifat, şexsiyetekî namdar û girîng ê tevgera neteweperwer a Kurd e di destpêka serdema 20an de. Ew, bi nasnameya xwe ya rojnamevanî, nivîskarî û siyasetmedarî tê naskirin. Digel rojnameya Serbestî, rêvebirî û berpirsyariya der- xistina gelek weşanên din jî kiriye ku di vê meqaleyê de navê wan derbas dibin. Ji nav wan weşanan ya herî temendirêj Serbestî ye.

Weşana rojnameya Serbestî, dem deman bê rawestandin jî, bêtirî diwanzdeh salan berdewam kiriye. Di nav weşanên wê demê yên Kurdan de, ji xeynî Serbestî, rojna- me û weşaneke wisa temendirêj nîne. Bêguman di wê dema dirêj de, di polîtîkaya weşana Serbestî de jî guherîn çêbûne; ku ew guherîn di vê xebatê de, bi ser sê ser- deman ve hatine destnîşankirin. Serdema yekem, ji destpêka çapkirina rojnameyê bigire heta biryara sirgûnkirina Dîwana Herb-î Urfî ya 21ê Nîsana 1909yê dewam kiriye. Serdema duyem, ji dema sirgûnkirina Misrê dest pê dike û heta dawiya sala

1912yê dewam dike. Serdema sêyan jî, ji navbereke dûrûdirêj a nêzîkî pênc salan şûn ve dest pê dike û di vê serdemê de Serbestî, weşanek bi girêdayî Cemiyeta Tealiya Kurdistanê (Komela Pêşxistina Kurdistanê) ve hatiye weşandin. Di dewre- ya sisêyan de, bi vê yekê ve girêdayî, naverok û temaya nivîsan jî guheriye. Di vê serdemê de Mewlanzade Rifat, êdî endam û serkirdeyekî aktif ê tevgera neteweyî ya Kurd e.

Bêjeyên sereke: Serbestî, Mewlanzade Rifat, roj- namegeriya Kurdî, Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (Komeleya Pêşxistina Kurdistanê).

Dabar Kirin

About Seîd VEROJ

Nivîskar-lêkolîner, edîtorê Kovara Bîrê. / Author-researcher, editor of Bîr Journal. kovarabir@hotmail.com

Check Also

Erdelanî Di Çavkaniyên Bakurî de

PUXTE: Mîrektiya Erdelanê -serbixwe, xweser an nîv-xweser- nêzîkî 700 salan hebûna xwe domandiye ku ev …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *