Tuesday , October 24 2017
Home / Cild / Cild 1 / Perwerde û Nasname: Avakirina Nasnameya Kurdî li Hember û bi Pergala Perwerdeya Tirkî

Perwerde û Nasname: Avakirina Nasnameya Kurdî li Hember û bi Pergala Perwerdeya Tirkî

PUXTE:

Armanca vê xebatê, li gorî tecrûbeya perwerdeyî ya sîyasetmedarên Kurd veçirandina têkiliya di navbera perwerde û nasnameyê de ye. Ev xebateke çawanî ye ku bingeha wê li ser hûrbûna lîteratûrê û hevpeyvînan ava bûye. Beşdarên xebatê 30 siyasetmedarên Kurd in ku berî salên 1970yî, di salên 1970yî û piştî salên 1980yî perwerde dîtine. Nasname, dîyardeyeke her dem berdewam e, ne ku di carekê de tê avakirin. Lewre, ev xebata hanê reftarên xwendekaran li hember “nasnameya fermî” ya ku ji aliyê dibistanan ve tê avakirin, vedikole û lê digere ka wan nasnameya xwe çawa ava kiriye. Xwendekar, bi rêya ziman, hinek alav û “yêndinkirinê” hay ji nasnameya ku ji aliyê dibistanan ve tê avakirin bûne û hewl dane ku nasnameya xwe ava bikin. Xwendekarên Kurd, pêvajoya dibistanan a avakirina nasnameyeke Tirkî ya Rojavayî wergerandine ser pêvajoya avakirina nasnameya xwe.

Bêjeyên sereke: Avakirina Nasnameya Kurdî, Perwerde, Nasname, Pergela Perwerdeya Tirkî.

Dabar Kirin

About Nurettin Beltekin

Asst. Prof., Mardin Artuklu University, Turkey / Asst. Prof., Mardin Artuklu University, Turkey

Check Also

Nasandina Giştî ya Edebiyata Dînî ya Kurdên Yarsanî

Shahab VALI Asst. Prof., Mardin Artuklu University, Turkey Wergera ji Frensî: Sevda Orak Reşitoğlu

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *