Monday , December 18 2017
Home / Nirxandina Gotaran

Nirxandina Gotaran

1. Lêkolîna ewilîn ji aliyê lijneya weşanê / edîtoriyê ve tê kirin. Gotarên ku ji aliyê ruxsarî û naverokî ve ne li gorî rêziknameyê hatibin nivîsandin, bi armanca ku bên rastkirin li nivîskaran tên vegerandin. Piştî vê merheleyê gotarên ku guncaw in (dema werger bin digel orjînalên wan) ji sê hekeman re tên şandin. Biryara weşandina gotarên ku ji kovarê re tên şandin li gorî nirxandinên van hekeman tê dayîn. Eger bi kêmasî du rapor erênî bin, wê demê gotar tê weşandin. Dema ku hekeman sererastkirin xwestin û pêşniyazên xwe vegotin, gotar demildest ji nivîskaran re tê şandin û ji wan li gor nêrînên hekeman daxwaza pêşxistin û guherandina gotaran tê kirin. Gotarên ku ji bo sererastkirinê ji hekeman re tên şandin divê herî dereng di nava mehekê de dîsa ji kovarê re bên şandin. Heger di dema sînorkirî de guherîn û sererastkirin nehatibin çêkirin û şandin, biryardayîna weşanê wê demê di destê lijneyê de ye. Di rewşa nelihevkirina di navbera hekem û nivîskaran de, biryara weşandina gotarê ya lijneya weşanê (edîtoriyê) ye. Gotarên sererastkirî di halên pêwist de ji aliyê hekeman ve dîsa tên kontrolkirin.

2. Nameya ji bo pejirandin yan nepejirandina gotarê tevî raporên hekeman ji nivîskaran re tên şandin. Ev bi riya postê, yan mailên elektronîk dibe. Ji dema teslîmkirina nivîsê bigire heya derketina du jimarên kovarê ku gotar nehatibe weşandin, derbarê vê yekê de dê bo nivîskaran agahî bê dayîn. Gotarên ku hatine şandin biweşe jî neweşe jî li nivîskarê wê nayên vegerandin.

3. Berpirsê naveroka gotaran nivîskar bi xwe ye. Gotarên ku ji bo weşanê tên pejirandin, heqê weşana wan yê kovarê ye.

4. Bi şertê ku navê kovarê bê gotin, gotar û xebatên dîtbarî yên di kovarê de weşiyane dikarin bên wergirtin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *