Tuesday , October 24 2017
Home / Cild / Cild 1 / Mîr Şemsedînê Welî û Diravên Şemsedînî

Mîr Şemsedînê Welî û Diravên Şemsedînî

PUXTE: Serdema navîn ji bo dîroka Kurdan serdemeke girîng e. Di vê serdemê de gelek mîrektiya Kurdan serxwebûniya xwe aşkere kirine û ji bona diyarkirina vê jî li ser navê xwe dirav dane çap kirin û xutbe dane xwendin. Yek ji wan mîrektiyan mîrektiya Roşkan e. Mîr Şemsedînê Welî mîrê ewil ê vê malbatê ye ku li ser navê xwe dirav dane çap kirin. Di vê xebatê de me sê cure dirav dan nasandin û ji bo van cureyan jî şeş nimûne pêşkêş kirin. Çend taybetiyên girîng ên van diravan ev in: 1. Ev dirav tev zîv in û li bajarê Bedlîsê çap bûne. 2. Ev dirav wek “Diravên Şemsedînî” hatine binavkirin. 3. Ev dirav heta serdemên dawî jî li nav Kurdan dihatin zanîn 4. Ev dirav li nav xelkê ji bo teberikê hatine parastin.

Dabar Kirin

About Yusuf BALUKEN

Wanebêj, Zanîngeha Mardin Artukluyê, Fakulteya Îlahiyatê, Beşa Dîroka Îslamê, Mêrdîn, Turkiye. / Lecturer, Mardin Artuklu University, Divinity Faculty, Department of Islamic History, Mardin, Turkey.

Check Also

Berawerdkirina Dîwana Melayê Cizîrî û Dîwana Seyîd Qedrî Haşimî ji Aliyê Hizra Tesewufî ve

KURTE: Di dîroka hizr û edebiyata Kurdî de rola Melayê Cizîrî balkêş e. Gelek alim, …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *