Tuesday , October 24 2017
Home / Cild / Cild 1 / Li ser Edebiyata Kurdî & Li ser Melayê Cizîrî

Li ser Edebiyata Kurdî & Li ser Melayê Cizîrî

Martin Hartmann, Ji Almanî: Abdullah İncekan

Pêşekî:

Martin Hartmann yek ji rojhilatnasên navdar yê Almanyayê ye. Ew di sala 1851î de li Breslauê (Polonyaya îro) tê dinê. Li pey qedandina zanîngehê ew li ser zimanê Samî di bin navê Die Pluriliteralbildungen in den semitischen Sprachen doktora xwe dike. Dû re ew li Edirne û Stenbolê dimîne û zimanê Tirkî hîn dibe. Di nav salên 1876-1877an de Hartmann li Beyrûdê li konsolosxaneyê wek tercuman dixebite. Di vê demê de ew li bajarên devûdor digere û wan ji nêzîk ve nas dike. Gava di 1887an de Bismarck li Berlinê enstîtûya bi navê Seminar für Orientalische Sprachen vedike, Hartmann li wir dest bi kar dike û hetanî teqawudbûnê di 1918an de li wir dixebite.

Hartmann li ser gelê musilman û coxrafyaya wan gelek xebatan dike. Ew ji Edirneyê bigre ta Stenbolê, ji Suriyeyê ta Lubnanê, ji Misirê ta Lubnanê, ji Libyayê ta Çînê lêkolînan li ser ziman, adet û gelên van deran dike. Ji bo ku Almanya jî vê coxrafyaya hanê ji nêzîk ve nas bike, ew bi hin kesên din re di sala 1912an de civata Deutsche Gesellschaft für Islamkunde (Civata Almanî ji bo nasîna Îslamê) ava dike û ev kom bi navê Die Welt des Islams (Cîhana îslamî) kovarekê derdixe ku hê jî tê çap kirin.

Martin Hartmann di xebatan xwe de ciyekî taybet dide Kurdan jî. Xebata wî yan pêşîn di heqê herêma Botan de di sala 1896an de wek pêveka kovarekê bi vî navî der tê (68 rûpelî ye):

Bohtān. Eine topogr.-histor. Studie (Botan. Lêkolîneke topografîk û dîrokî). Aus: Mitteil. der Vorderasiat. Gesellschaft 1896, Berlin.

Salekê dû re ew beşê dudiyan yê vê berhema xwe, ya ku îcar 112 rûpelî ye, diweşîne. Di van herdu xebatên xwe de ew li ser navê gund, eşîr û bi gelemperî li ser Botan disekine.

M. Hartmann salekê li pey vê xebata han îcar bi nivîsekê li ser edebiyata Kurdî li ber xwendevanên xwe ye. Nivîsa 10 rûpelî di kovareke li ser Rojhilatê de der tê:

Zur Kurdischen Literatur (Li ser Edebiyata Kurdî). Wiener Zeitschrift für die Kunde des Morgenlandes 12 (1898), rûpel 102-112.

Martin Hartmann di sala 1904an de Dîwana Melayê Cizîrî wek fotolitografî çap dike. Ji bo ku xwendevan di heqê berhemê de bibin xwediyê fikrekê, ew jê re pêşgotinekê amade dike û wê li Berlinê derdixe.

Ji bo xwendevanên Kurd ji van xebatên Martin Hartmann haydar bibin, min nivîsa wî ya li ser edebiyata Kurdî wergerand Kurmancî. Pêşgotina wî jî berî du salan di kovara Nûbiharê de weşiya bû. Ji ber ku herdu nivîs hevdû temam dikin, me muhîm dît herduyan bi hev re biweşînin. Weku dê xwendevan bibînin, zimanê metnan di hinek noqteyan ji Kurdî dûr dixwiyên. Elbet min dikarîbû hin cumle û awayê gotinê ji zimanê eslî yê herdu nivîsan dûrxista, lê min xwest bira xwendevan bi uslûba nivîskar jî bihese, loma jî bêhna wergerê ji wan tê. Ji ber kêmasiya demê min îmkan nedît li name û nivîsên din yên Hartmann binihêrim. Îhtimal heye ku di wan de behsa Kurdan bûbe.

Beriya ku em cî bidin herdu wergeran, ez dixwazim noqteyekê bînim ziman. Di İslam Ansiklopedisi de, ya ku Diyanetê amade kiriye de, maddeyek ji bo danasîna Martin Hartmann û berhemên wî jî heye. Tişta balkêş ev e ku tê de bi tu awayî li ser van hersê xebatên Hartmann nehatiye sekinîn.

Abdullah İncekan

About Abdullah İNCEKAN

** Lêkolîner, Almanya / reasercher, Germany. e-mail: aincekan@gmail.com.

Check Also

Xebateke Berawirdkarî (Komparatîf) û Dijberawirdkarî (Kontrastîf) li ser Demên Îngilîzî û Kurmancî

Nesim SÖNMEZ -Resul GEYİK PUXTE: Her çiqas Îngilîzî û Kurmancî di heman malbata zimên de …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *