Tuesday , January 23 2018
Home / Cild / Cild 2 / Jimar 7 / Li Gorî Pîvanên Cunningsworth Nirxandinek li Ser Hînkerê

Li Gorî Pîvanên Cunningsworth Nirxandinek li Ser Hînkerê

Şehmuz KURT
Xwendekarê Doktorayê li Beşa Ziman û Çanda Kurdî, Zanîngeha Dîcleyê, Turkiye
e-mail: sehmuzkurt@gmail.com

PUXTE:

Di pêvajoya hînkirina zimanekî de gelek materyalên ji hev cuda tên bikaranîn. Ji wan materyalan û bi îhtimaleke mezin yên herî zêde têne bikar anîn, hînkerên zimanî ne. Ji ber ku di bazarê de ji yekê zêdetir hînkerên zimanî hene, êdî nirxandin û hilbijartina wan bûye diyardeyeke aşkere û li ser nirxandin û hilbijartina hînkeran lîteratureke têra xwe mezin û berfirah pêk hatiye. Ligel gelek zanyarên dî Jeremy Harmer, Alan Cunningsworth, Alan Tucker wek nûner û pêşengên qada nirxandin û hilbijartina hînkeran tên hesibandin. Di vê gotarê de me li gorî pîvanên Cunning- sworth, seteke hînkirina Kurdiya Kurmancî ya bi navê Hînker nirxandineke rûxalî û hûrgilî pêk anî. Di encamê de me dît ku wek seta hînkirinê di naveroka zimanî, çar şiyanwerî û rola mamosteyan de kêmasiyên Hînkerê hene lê belê ji hinek aliyên wekî naveroka nezimanî û nirxên civakî û metodolojîyê de Hînker serkeftî ye.

Peyvên sereke: Hînkirina Zimanî, Hînker, hînkerên zimanî, nirxandina hînkeran, Cunningsworth.

* Ev gotar ji teza min a mastirê ya bi navê “Nirxandina Pirtûka Hînkirina Kurdî: Hînker – Li Gorî Nêrînên Xwendekar û
Mamosteyan” hatiye derxistin ku sala 2015an li Zanîngeha Mardîn Artukluyê bi şêwirmendiya Doç.Dr. Tahirhan Aydın hatiye pêşkêşkirin.

Dabar Kirin

About Şehmuz KURT

PhD student at Department of Kurdish Language and Culture, Dicle Unv., Turkey / Xwendekarê Doktorayê li Beşa Ziman û Çanda Kurdî, Zanîngeha Dîcleyê, Turkiye

Check Also

Hestên Netewî û Siyaseta Kurdan di Sedsala Dawî de

Necat KESKİN Dr., Zanîngeha Mardin Artukluyê, Enstîtuya Zimanên Zindî, Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî, …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *