Friday , October 19 2018
Home / Cild / Cild 2 / Jimar 8 / Lêkolînên Kurdolojiyê li Îranê Destpêkek ji bo Mijar û Xwendinan

Lêkolînên Kurdolojiyê li Îranê Destpêkek ji bo Mijar û Xwendinan

Ehmed MIHEMEDPÛR
Beşa Civaknasîyê ya Zanîngeha Vanderbiltê, Amerîka. Ehmed Mihemedpûr, civaknas û etnografê Kurdê Îranê ye ku di qadên civaknasiya çandî û siyasî de li Kurdistana Îranê û Îraqê û di heman demê de di metodolojiyên zanistên civakî de pispor e. Wî lêkolînên etnografîk ên berfireh li Kurdistana Îranê, wekî mînak; li Ûraman, Serdest, Mehabad û Banê bi encam daye. Beşên ku di bin qada xebatên wî de cih digirin: Felsefeya Zanista Civakî, Xwendinên Lêkolînên Civakî û Guherînên Civakî li Kurdistanê. Bi salan li Zanîngeha Ebu Elî Sîna ya li Hemedanê û li Zanîngeha Selahedîn a li Herêma Kurdistanê ya Iraqê ders dane û niha jî wekî doçentê alîkar ê lêkolînên civakî li Zanîngeha Vanderbîltê ya li Amerîkayê dixebite. Em dikarin berhemên wî yên wekî; Metodolojî di Zanistên Civakî de (sê cild in), Ji Kevneşopiyê ber bi Nûsaziyê, Tecrûbeya Nûsaziyê, Siyasetên Kevneşopîyê (li ber çapê ye), Dîrok bi Riwayeta Felsefeyê: Felsefe û Kevneşopî di Zanista Dîrokê de (du cild in û li ber çapê ye) bi nav bînin.

Mehdî RIZAÎ
Doçentê Alîkar ê Beşa Zanistên Civakî, Zanîngeha Peyamnûr. Mehdî Rizaî, civaknas û etnografê Kurdê Îranê ye û di beşa zanistên civakî ya Zanîngeha Peyamnûrê de doçentê alîkar e. Ligel Ehmed Mihemedpûr li cih û warên curbicur ên Kurdistana Îranê, gelek xebatên qadî kirine. Qada lêkolînên wî ji van pêk tê: Civaknasiya mirovnasiyê û guherînên civakî û civatî li Kurdistanê.

Mehdî Rezaei: rezaeimehdil@gmail.com

Ji Farisî: Ferhat YILMAZ
Xwendekarê Doktorayê, Zanîngeha Dicleyê, Beşa Çand û Zimanê Kurdî

DESTPÊK

Pirsgirêk û mijarên siyasî û dîrokî derbarê “Kurdan”[1] de li Rojhilata Navîn di çaryeka sedsala borî de bi awayekî giştî û mexsûsen di van salên dawî de bûye xwedî cihekî taybet. Vî cihî çi ji hêla jeopolîtîk û çi ji hêla zanistî-zanîngehî be, qadek ji bo derketina wêjeya teorîk vekiriye û lêkolînên berfireh ên derbarê Kurdan de kom kiriye. Ligel vê rewşê, her çend telaşên curbicur ji bo têgihiştina civak û çanda Kurdistanê hatibin kirin jî riwayetên cihê û hin caran rewşên nakok, di çanda Kurdan de rê daye ku ji hêla mijarê ve bi taybetî ji hêla zanistî ve qada gengeşiyê bilindtir bibe ku vê yekê bixwe alozî û nediyariyên derbarê çand û civaka Kurdan de zêdetir kiriye. Bi van lêkolînan, bergeha mijarên dîrok û çanda Kurdistanê bi taybetî yên derbarê pirsgirêkên siyasî û nijadî de kêm bûne. Vê rewşê, ne tenê girîngiya lêkolînên çandî û civakî ber bi goşeyekê ve avêtiye, belkî di piraniya xebatan de lêkolînên zanistî jî bi teorî û metodolojiyên nediyar re rû bi rû hiştiye.

Gotara berdest dûpat dike ku çanda Kurdan, wekî gelekî çandên din, digel wekheviyên çandî û dîrokî yên heyî, xwediyê curbicurî û cihêtiyên berbiçav e jî. Ev cihêtiya ku tê behskirin, ji aliyekî ve ji ber guherînên civakî yên gelê Kurdistanê bixwe ye, ji aliyekî din ve jî ji ber ku Kurdistan, dabeşî çar parçeyan bûye, di her parçeyê de di navbera Kurd û gelên din de têkiliyên dîrokî û çandî pêk hatine. Mahiyet û dirûvê vê têkiliyê her çi be, em nikarin bandora wê li ser siyaset û çanda Kurdan piştguh bikin ku niha di navbera Kurdan de heye. Ji ber vê yekê, divê vekolînên pirsgirêkên Kurdan, ne tenê di cihêtiyên çandî yên navbera wan de bê dîtin, belkî divê ev pirsgirêkên heyî di nav danûstandinên çandî yên Kurdan ên bi gelên din re jî bên vekolîn. Lêkolînên nû, van her du faktorên di nav civaka Kurdistanê de û encamên danûstandinên çandî yên gelê Kurd ên ligel dewletên herêmê û çandên din, li ber çavan digirin.

Armanca vê gotarê ew e ku bi çend xalan li ser Kurdistana Îranê hûr bibe. Pêşîn, agahiyeke berfireh derbarê Kurdolojiya li Îranê ji aliyê mijar, çarçove û beşdarvanên nivîskarên kurdîaxêv û kurdîneaxêv de bide.[2] Duyem, bi lêkolîna çavkaniyan û bi nivîskarên ku di vê qadê de xebitîne, cihêtiya mijaran, meylên teorîk, xwendinên metodolojîk û heta radeyekê gengeşiyên heyî yên di Kurdolojiya Îranê de zelaltir dike. Sêyem, gotara berdest dikare bi sînor jî be, çavkaniyên lêkolînên Kurdolojiya Îranê ji bo lêkolîneran û peywendîdaran radest bike. Çarem û dawî, ji ber ku Îranolojî bêyî lêkolînên gel û herêmên Îranê nikare bê dîtin, gotara berdest ji bo ku lêkolînên Îranolojiyê dewlemendtir bibe, peywira pareke biçûk, hildaye ser milên xwe.

Di vê gotarê de tê destnîşankirin ku her çend lêkolînên Kurdolojiyê, mexsûlên hewlên lêkolîner û nivîskarên curbicur in ku her yekî bi şêweyekê ji bo fêhma civaka Kurd û çanda Kurdan xebat kirine, lê ev hewl di heman demê de bûne sedem ku di Kurdolojiyê de riwayet zêdetir bibin û dirûveke taybet derkeve holê. Ji ber vê yekê, em dikarin ji her yek ji van lêkolînan an jî nivîskaran, dîmeneke cuda derbarê Kurd an Kurdistanê de bi dest bixin. Bi gotineke din, lekolînên Kurdolojiyê ne tenê ji ber rewşa civakî û siyasî ya heyî, belkî ji ber van hewlên curbicur û carinan jî jihevcuda, aloztir bûne. Kurd û Kurdistan di her yek ji van gengeşî û nivîsan de bi dirûveke cihê û newekhev derdikeve pêşberî me. Her yek ji wan, li gorî lêkolîna xwe li ser hêmanekê kûr dibe û hêmaneke din nediyar dihêle. Ji ber vê yekê, dirûvê dîmena sûjeya ku li ser tê axaftin, di vê gotarê de -Kurd û Kurdistan e- ku wisa hatiye diyarkirin. Li gorî van agahiyan, ev pirsên han hewceyê gengeşeyê ne: Lêkolînên Kurdolojiyê li Îranê di çi çarçoveyê de hatine gengeşekirin? Gengeşiyên serdest û gengeşiyên dijber di vê qadê de çi ne? Çarçove û sînorên dawî yên cografyaya fîzîkî û fikirî di qada Kurdolojiyê de li Îranê li ku ne? Lêkolînên Kurdolojiyê li Îranê li ser kîjan qadan û bûyeran hûr dibin? Di navbera xwe de Kurd li Îranê li ser çi gengeşiyan an jî gengeşiyên derbarê lêkolînên Kurdolojiyê de bêhtir gotûbêj dikin? Wekî dawî, kîjan bûyerên civakî û siyasî di teşedayîn û domandina lêkolînên Kurdolojiyê de li Îranê xwedî bandor bûne? Teqez e ku bersivdayîna van hemû pirsan di vê gotarê de ne pêkan e, belkî armanca eslî ya vê gotarê destpêkek bo lêkolînan e û heta radeyek jî nîşandayîna dîmena giştî ya Kurdolojiya li Îranê ye. Nivîskarên vê gotarê di vê baweriyê de ne ku ev gotar lêkolîneke vekolana gengeşiyekê, gengeşîkirineke siyasî an jî rexne û lêkolîna berhemeke derbarê Kurdolojiyê ya çapbûyî de nîne, belkî beriya her tiştî nîşandayîna dîmena giştî ya Kurdolojiya li Îranê ye ku di wextê pêwîst de an ji bo mijara eslî terxankirina cihekî berfireh e. Her çend çarçoveya vê gotarê ev jî be, hin caran bi baldarî ji vê çarçoveyê hatiye dûrketin û gengeşiyên serdest û encamên wan hatine behskirin.[3]

Dema lêkolîna vê gotarê ji sedsala nozdehan dest pê dike û heya roja me tê. Di vê gotarê de qala nivîskarên Kurd û ne Kurd ên li Îranê û derveyê Îranê hatiye kirin û digel dayîna berhemên wan di jêrenotan de û bêyî ku fikra wan bê veşartin hatine nasandin. Bi heman awayî, hewceyî bi destpêkeke berheman bûye ku ji pênûsên nivîskarên Rojavayî derketine û li Îranê yan jî derveyê Îranê bi zimanê Kurdî yan bi zimanê Farisî hatine wergerandin. Heta carinan hin lêkolîn hatine destnîşankirin ku nivîskarên Kurd an nivîskarên Îranî yên ne Kurd bi zimanê Îngilîzî nivîsandine ku ev nivîsên wan bi Kurdî yan bi Farisî hatine wergerandin.[4] Çavkaniyên ku di vê gotarê de hatine bikaranîn, xwedî skalayeke berfireh e. Di vê gotarê de ji lêkolînên çapbûyî wekî; pirtûk, lêkolînên ji aliyê hin saziyên dewletî ve hatine kirin, lêkolînên zanîngehan ên wekî lêkolînên pisporî an tezên mastir û doktorayê, gotarên di kovarên herêmî û herêma Kurdistana Îranê de diweşin ku derbarê Kurd û Kurdistanê de ne. Wekî dawî lêkolînên ku nivîskarên Îranî ji ber meraq û meylên xwe yên fikrî bi awayekî takekesî encam dane. Ligel van, divê ev xala han a pir girîng jî bê destnîşankirin ku ev xebata berdest tenê li ser nivîskarên binavûdeng ranewestiyaye, belkî wekî xebatek e ku li ser kesên kêmnasyar disekine; bi taybetî li ser nifşên ciwan ên lêkolînerên Kurdolojiyê ku ji Îranê ne. Nivîskarên gotarê, di vê baweriyê de ne ku divê girîngî û peywendiya teorîk û zanistî ya kûr ji bo lêkolînên bi vî rengî, di qada çandî û civakî ya Kurdistana Îranê de, neyên piştguhkirin. Herwiha, nêrîneke giştî ji bo lêkolînên Kurdolojiyê li ser esasê Kurdolojiya Îranê hatiye terxankirin.

* Ev gotar cara ewil di vir de bi zimanê Farisî belav bûye: Îran Namig (نامگ ایران), Sal: 1, Şomare: 4, Zimistan 1395/2017, Sahîfe: 172-208.

[1]Dema ku berhemeke Kurdî an jî bi Kurdî hatiye wergerandin û hatiye nîşandan, ji bo şopandina awayê di berhemê de û ji bo parastina rastnivîsê کرد bi awayê کورد hatiye nivîsandin.

[2]Angaşta nivîskarên vê gotarê ne ew e ku hemû çavkaniyên lêkolînên Kurdolojîyê dîtine yan jî li ser wan xebitîne. Dibe ku lêkolînên pir hêja hebin ku nivîskarên vê gotarê ji ber sedemên curbicur xwe negihandibin wan û ji ber vê yekê jî di çavkanîya vê gotarê de navê wan nehatibe nivîsandin.

[3]Lêkolînên Kurdolojîyê yên di qada vegêrannasîyê de, bi taybetî lêkolînên nivîskarên Rojavayî bi sûretê teza doktorayê li Zanîngeha Tehranê hatine encamdayîn. Binêrin bi Celîl Kerîmî “Teorîya Postkolonyalî û Kurdolojî” (Teza doktorayê ya Civaknasîya Teorîk û Çandî ya Zanîngeha Tehranê, 1389).

Jalil Karimi, Ahmad Mohammadpur and Kerim Mahmoodi, “Dismantling Kurdish Texts: An Orientalist Approach,” Contemporary Review of the Middle East, 2:3 (September 2015), 220-237.

[4]Çavkanîyên ku bi zimanê Kurdî hatine nivîsandin, bêhtir ji bo xwendevanên Kurd in, lêbelê çavkanîyên Farisî û Îngilîzî yan çavkanîyên wergerandî ji bo kurdîaxêvan û bilî kurdîaxêvan in. Ji ber vê yekê, çavkanîyên ku bi Farisî hatine wergerandin, nehatine jibîrkirin û di vê gotarê de ev çavkanî, wekî berhemên qada Kurdolojîya Îranê hatine hesibandin.

Dabar Kirin

About Ferhat YILMAZ

Xwendekarê Doktorayê ye di Beşa Ziman û Çanda Kurdî de li Zanîngeha Dicleyê.

Check Also

Giredayeyê Edebîyatê Polîtîkî De Romanê Kılama Şilane

İlyas AKMAN Alk. Doç. Dr., Zanîngeha Mardîn Artukluyî, Fakulteya Edebîyatî, Beşa Ziwan û Edebîyata Kurdî, …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *