Tuesday , January 23 2018
Home / Çapemenî / Hejmara 7an a Nûbihar Akademî Derket!

Hejmara 7an a Nûbihar Akademî Derket!

Kovara Nûbihar Akademî bi jimara xwe ya 7an li pêşberî xwînerên xwe ye.

Kovara akademîk û navneteweyî ya Kurdî-Îngilîzî Nûbihar Akademî (NA) di qada Kurdolojiyê de lêkolînên xwe yên girîng pêşkeşî cîhana zanistê dike. Di vê jimara kovarê de, nivîskarên lêkolîner bi gotar û nivîsarên akademîk û bi mijar û naverokên xweser di biwarê Kurdolojiyê de xebatên xwe berdewam dikin.

Kovara Nûbihar Akademî yê di vê jimara xwe de jî standarda xwe parastiye û cih daye çar gotar, wergerek û belgenameyekê. Ji gotaran yek bi Îngilîzî sê heb jî bi Kurdî hatine nivîsîn. Ji gotarên ku di vê jimarê de cih girtine, du heb li ser siyaseta navdewletî, yek li ser zanista perwerdehiyê û yek jî li ser folklora Kurdan hatine nivîsîn. Di vê jimarê de gotara ku hatiye wergerandin di biwarê zimannasiyê de û belgenameya jî derbarê dîroka Kurdan de ye.

Hûrguliyên nivîsarên vê jimara Nûbihar Akademiyê bi vî awayî ne:

Gotara Abdullah Kıran a bi sernavê “Tirkiye, Şerê li Hember DAÎŞê û Pêşeroja Kurdan” bi Kurdiya Kurmancî ye û di qada zanista siyasetê de ye. Kıran di gotarê de li ser serdema dawî ya siyaseta Tirkiyeyê û Kurdistana Başûr ku ji 2003yan dest pê dike û heta bi referanduma Kurdistanê dom dike radiweste. Kıran di çarçoveya faktorên wek girêka Kerkûkê, bihara Ereban, enerjî û DAÎŞê de li ser siyaseta Tirkiyeyê ya serdema navborî û pirsa sexwebûna Kurdistanê analîzên berfireh dike.

Gotara Necat Keskin ya bi sernavê “The Kurdish Nationalistic Senses and Kurdish Politics in the Last Century” bi Îngilîzî hatiye nivîsîn û qada wê jî zanista siyasetê ye. Keskin di gotara xwe de pêşî balê dikişîne ser peymanên navneteweyî yên ku piştî belavbûna Osmaniyan hatine lidarxistin û Kurd li derve hiştine, piştre rewşa îro ya Kurdan ku piştî sed salî dîsa dîzayneke nû li Rojhilata Navîn tê kirin bi wê serdemê re berawird dike. Keskin di çarçoveya teoriya Anderson ya bi navê “cemaetên xeyalî” û rûdanên siyaseta rojane de gihîştiye wê encamê ku hê jî di nav Kurdan de fikra neteweyî zelal nebûye.

Gotara Şehmuz Kurt a bi sernavê “Li Gorî Pîvanên Cunningsworth Nirxandinek li Ser Hînkerê” bi Kurdiya Kurmancî ye û di qada perwerdeyê de ye. Kurt di gotara xwe de li gorî krîterên Alan Cunningsworth ku yek ji pêşengên girîng ên qada nirxandin û hilbijartina pirtûkên hînkirina zimanan tê qebûlkirin, nirxandinekê li ser seta hînkirina zimanê Kurdî ya ku navê wê “Hînker” e dike. Kurt destnîşan dike ku “Hînker” di naveroka zimanî, çar şiyanwerî û rola mamosteyan de xwediyê hin kêmasiyan jî be, di nirxên civakî û metodolojîyê de serkeftî ye.

Gotara Mehmet Yıldırımçakar a bi sernavê “Heyranok ji Hêla Ziman, Şêwaz û Naverokê ve: Nimûneya Herêma Wanê” bi Kurdiya Kurmancî ye û di qada edebiyata Kurdî ya gelêrî de ye. Yıldırımçakar di gotara xwe de di çarçoveya herêma Wanê de li ser cureya heyranokê radiweste û li gorî rêbazên zanistên çand, folklor û edebiyatê li ser ziman, şêwaz û naveroka heyranokên devera Wanê tesbît û analîzên girîng dike.

Di beşa wergerê ya vê jimarê de gotara Theodora Bynon a bi sernavê “The Ergative Construction in Kurdish” ku di sala 1979an de li Zanîngeha Londonê di kovara Bulletin of the School of Oriental and African Studies de (Cambridge University Press, j. 42) hatiye weşandin, ji aliyê Resul Geyik ve bi sernavê “Binyada Ergatîviyê di Kurdî de” bo Kurdiya Kurmancî hatiye wergerandin.

Herî dawî di beşa dokumentê ya vê jimarê de dokumentasyoneke ku Yusuf Baluken bi sernavê “Çend Dokument ji Serdema Mîrektiya Melkişî” amade kiriye cih digire. Baluken di dokumentasyonê de nivîstekên Medreseya Yelman Beg, du tirbên malbata Melkişiyan û çend diraven ku li Çemişgezekê ji aliyê Melkişiyan ve hatine çapkirin pêşkêş dike. Şayanê behs e ku mîrektiya Melkişiyan di sedsala XIV’em de ava bûye û li derdora Çemişgezek, Mazgirt, Pertek û Saxmana Dêrsimê desthilatdarî kiriye.




About ridwanxelil

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *