Monday , November 20 2017
Home / Cild / Cild 1 / Ji Edîtor 1

Ji Edîtor 1

Lêkolînerên hêja,

Aşkera ye ku di vê qonaxa xebatên Kurdî de, pêwistî bi kovareke bihekem û akademîk heye ku bi Kurdî û Îngilîzî weşanê bike. Eger em çend kovarên li Kurdistana Başûr û li diyasporayê nehesibînin, kovarên ku heta niha di warê xebatên Kurdî de hatine weşandin bi piranî ji xebatên edebî û çandî pêk hatine. Li aliyekî dî di salên dawî de li hinek zanîngehên Tirkiyeyê di warê xebatên Kurdî de bernameyên lîsansa bilind vebûne û ji bo ku mamoste û xwendekarên van bernameyan gotarên xwe yên akademîk biweşînin pêwîstî bi derxistina kovareke akademîk çêbûye. Faktorên bi vî rengî kir ku ji bo derxistina Nûbihar Akademiyê gavên pêwist bên avêtin.

Kovara Nûbihar Akademiyê di bin banê weşanxaneya Nûbiharê de ku ji sala 1992yan ve ye di warê xebatên Kurdî de weşangeriyê dike, dikeve nav cîhana weşangeriyê. Nûbihar Akademî li ser mîrata tecrubeya weşanxaneya Nûbiharê, dixwaze di warê kovargeriya akademîk a xebatên Kurdî de bibe pêşeng û bibe platformeke objektîf ku hemû lêkolîner xebatên xwe yên akademîk tê de biweşînin.

Nûbihar Akademî dê bi nêrîneke înterdisîplînerî ji zanistên civakî ên ciyawaz cih bide her cure nivîsên di warê xebatên Kurdî de. Di vê jimara yekemîn a Nûbihar Akademîyê de di warên edebiyata Kurdî ya nûjen, edebiyata berawirdkarî, felsefe, perwerde, sosyolojiya qelîteya jiyanê û dîroka zimanê Kurdî de şeş gotar cih digirin. Ji van gotaran çar jê bi Kurdî, du jî bi Îngilîzî ne. Ji gotarên Kurdî du jê bi Kurdiya Zazakî, yek bi Kurdiya Kurmancî û yek jî bi Kurdiya Soranî hatine nivîsandin. Bi vî awayî hê di jimara me ya yekem de derfeta dîtina gotarên bi Îngilîzî û sê zaravayên Kurdî bi hev re derket holê.

Zülküf Ergün, di bin sernavê “Di Helbesta Kurdî de Destpêka Rêbaza Romantîzmê û Taybetmendiyên Romantîzma Hacî û Cegerxwîn” de gotarek bi Kurdiya Kurmancî nivîsiye. Di vê gotarê de Hacî Qadirê Koyî yê ku di sedsala XIXan de nûnerê yekem ê romantîzma Kurdî ye û Cegerxwîn ê ku piştî wî bi sed salî peyrewiya wî kiriye dane ber hev û di çarçoveya romantîzma neteweyî de nêrînên wan ên hevbeş derxistine meydanê.

Joanna Bocheńska, di gotara xwe ya bi sernavê “Kurdish Contemporary Literature in Search for Ordo Amoris” de, di çarçoveya teoriya “Ordo Amoris” (Hiyerarşiya Nirxan) a fîlozofê Alman Max Scheler de li ser teza ku edebiyata Kurdî ya nûjen li ser nirxên edebiyatên gelêrî, klasîk û tesewifî bilind bûye û bi qasî biserketina xwe ya di vî warî de, dê bikare bibe endamê mîrata edebiyata cîhanê rawestiyaye.

Haider Khizri, di gotara xwe ya bi sernavê “Mîratî Şûm: Wêney Kurdekan le Kulturî Turkî da” ku bi Kurdiya Soranî ye, di çarçoveya çavkaniyên curbicur de li ser rengvedana “mîrata şûm” a Kurdan di çanda Tirkan de rawestiyaye ku Kurd di wê çandê de di kategoriya “yên dî” de hatine dîtin. Nivîskar bi metodeke berawirdkarî li ser vê nêrîna ku pêşî di çandên Faris û Ereban de derketiye meydanê û ji wir jî derbasî çanda Tirkî bûye rawestiyaye.

Nurettin Beltekin, di gotara xwe ya bi sernavê “Vera Modernbiyayişî de Medreseyê Rojhelatî / Şerqî” de ku bi Kurdiya Zazakî ye, li ser medreseyên Kurdên Zaza yên serdema Komara Tirkiyeyê rawestiyaye. Nivîskar bereksê rojhilatnasan rojhilat ne wekî objeyekê, wekî subjeyekê dîtiye û di vê çarçoveyê de aliyê van medreseyan ê muqtedîr ku bi taybetî pirsgirêkên hiqûqî yên di nava xelkê de çareser dikirin û aliyê wan ê muxalif ku di warê muxalefeta siyasî, çandî û dînî de bûbûn navend û di vê peywendê de girîngiya bikaranîna Kurdiya Zazakî di van medreseyan de derxistine pêş.

Fereydoon Rahmani, di gotara xwe ya bi sernavê “Kurdish People’s Quality of Life” de, ji bo maweya salên 1998-2013an, di çarçoveya disîplîna “qelîteya jiyanê” de ku di salên dawî de serxwebûna xwe bi dest xistiye û bi metoda “combinative model” (rêbaza têkel) a Wolfgang Schulz, di warê qelîteya jiyana nifûsa Kurdan a li Kurdistanê û li diyasporayê encamên ku bi dest xistine nîşan dane.

Herî dawî Seyîdxan Kurij di gotara xwe ya ku bi Kurdiya Zazakî ye û bi sernavê “Xebatê Peter J. A. Lerch Derheqî Kurdolojî de” ye, naveroka pirtûka zimanzanê Rûs Peter J. A. Lerch analîz kiriye ku ev pirtûk ji metnên folklorîk ên ku Lerch ji Kurdên Zaza yên di herba Qirimê de dîl hatibûn girtin berhev kirine pêk tê. Nivîskar herweha girîngiya vê xebatê di nava xebatên ku rojhilatnasan di warê xebatên Kurdî de kirine derxistiye meydanê.

Di dawiya kovarê de di beşa “Dokumentek”ê de, Abdurrahman Adak, Yusuf Baluken û Hayrullah Acar derheqê gora Feqiyê Teyran de dokumentên gelekî hêja pêşkêşî cîhana zanistê kirine.

Bi hêviya ku di jimara me ya bê de em dîsa bi hev re bin.

Digel silav û rêzê. Doç. Dr. Abdurrahman Adak Edîtorê vê Jimarê

About Editor

Check Also

Xebateke Berawirdkarî (Komparatîf) û Dijberawirdkarî (Kontrastîf) li ser Demên Îngilîzî û Kurmancî

Nesim SÖNMEZ -Resul GEYİK PUXTE: Her çiqas Îngilîzî û Kurmancî di heman malbata zimên de …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *