Saturday , July 21 2018
Home / Cild / Cild 2 / Jimar 8 / Ji Edîtor

Ji Edîtor

Ji Nûbihar Akademiyê silav û rêz, di dawiya sala çaran û jimara heştan de em bi kêfxweşî radigihînin ku Nûbihar Akademî niha di her çar îndeksên navneteweyî yên International Scientific Indexing (ISI), Acedemic Resource Index, Eurasian Scientific Journal Index (ESJI) û Directory of Research Journals Indexing (DRJI) de tê nasîn. Îndeks ji bo girîngiya akademîk a kovarekê û belavbûna xebatên akademîk gelek pêwîst in. Ji aliyê din ve hebûna kovarên bi vî rengî di warê kurdnasiyê de ji bo akademîsyenên Kurd ên ku dixwazin pileya xwe ya zanistî bilind bikin derfeteke baş e. Em hêvî dikin piştî vê pêşketinê gotarên baştir ji bo NAyê bên şandin da ku em jî di dewlemendkirina kurdnasiyê de beşdariyeke çalaktir bikin.

Herwekî jimarên me yên berê di vê jimarê de jî em bi çar gotaran, wergerek û dokumentek pêşberî we ne. Hêmin Omar Ahmad bi gotara xwe ya “Zulf û Delaletekanî le Şî‘rî Melay Cizîrî da” piştî ku li ser wateya ferhengî û çemkî ya zulfê radiweste vê çemka tesewufî bi awayekî dorfireh di helbestên Melayê Cizîrî de vedikole û diyar dike ku Melayê Cizîrî digel wate û bikaranînên wê yên nerîtî hem di asta rewanbêjiyê de hem jî di asta îrfanî de wateya zulfê berfirehtir û kûrtir kiriye.

Ramazan Çeçen di gotara xwe ya “Qonaxa Stenbolê di Edebiyata Kurdî ya Modern de” li ser destpêka cureyên nû yên edebiyata kurdî radiweste. Ji bo vê armancê pêşî behsa peywendiya bajaran û edebiyatê dike û li Stenbolê sedemên geşbûna edebiyata Kurdî berçav dike. Paşê jî di mînaka helbestên Hacî Qadirê Koyî û Ebdurehîm Rehmî Hekarî de li ser nûkirina helbesta Kurdî, yekem çîroka modern a Fuad Temo, şanoya yekem a Ebdurehîm Rehmî Hekarî û wergerên edebî yên Xelîl Xeyalî radiweste. Bi vî awayî Çeçen rewş û dîmena giştî ya qonaxa Stenbolê ya edebiyata Kurdî û paşxaneya wê ya dîrokî destnîşan dike.

İlyas Akman gotara xwe bi Kurdiya Zazakî nivîsiye û di bin sernavê “Giredayeyê Edebîyatê Polîtîkî de Romanê Kılama Şilane” de li ser naveroka romana Kılama Şilane ya Îlhamî Sertkaya hûr dibe. Li gor nivîskar ev roman dikeve çarçoveya romaneke siyasî û li dor kêşeya Kurdî hatiye hûnandin. Ji ber vê jî di romanê de li ser hin mijarên diyarkirî radiweste ku peywendiya wan bi kêşeya Kurdî re heye. Avakirina nasnameyê û jiyana gundan, qedexekirina zimanê kurdî, bêdadî, wekhevî û hişyarbûn di metropolan de, derbeya 1980î û diyardeya mişextî û xerîbiyê mijarên sereke yên vê vekolînê ne.

Ferhat Yılmaz bi gotara xwe ya “Lêkolîneke Berawirdî li ser Çîrokên “The Interlopers” û “Bêbextî”yê” diyar dike ku Celadet Bedirxan bi nasnavê Bişarê Segman çîroka xwe ya “Bêbextî”yê bê ku nav û çavkanî diyar bike ji çîroka “The Interlopers”a  Hector Hugh Munro adapteyî Kurdî kiriye. Nivîskar ji bo îspatkirina vê îdîaya xwe di çarçoveya bûyer, leheng, cih û demê de çîrokan berawird dike û nîşan dide ku serçaviya çîroka Celadet Bedirxan çîroka Hector Hugh Munro ye.

Wergera vê jimarê di bin sernavê “Lêkolînên Kurdolojiyê li Îranê Destpêkek ji bo Mijar û Xwendinan” ji aliyê Ferhat Yılmaz ve hatiye kirin. Ev gotar ji aliyê Ehmed Mihemedpûr û Mehdî Rizaî ve hatiye nivîsîn û herwekî ji navê gotarê jî diyar e lêkolînên kurdnasiyê yên li Îranê dide nasandin. Her du nivîskar piştî kategorîkirina giştî, xebatên kurdnasiyê yên di warê dîrok-siyaset, civak, çand û erdnîgariyê de didin nasandin û wêneyê giştî yê xebatên kurdnasiyê li Îranê derdixin holê.

Dokumenta vê jimarê jî bi sernavê “Nivîsteka Medreseya Mîr Hesenê Welî” ji aliyê Hanifi Taşkın ve hatiye amadekirin. Taşkın di vê xebatê de pêşî derbarê mîrên Miksê de bi giştî agahî dide û paşê di çend çavkaniyan de bi taybetî li ser Mîr Hesenê Welî radiweste. Herî dawî Taşkın cih dide wêneyê nivîsteka Medreseya Mîr Hesenê Welî û bi rêya nivîsên ser vê nivîstekê dîroka mirina Mîr Hesenê Welî destnîşan dike ku ew jî 1457/58ê mîladî ye.

Dr. Zülküf ERGÜN
Edîtorê Jimarê

Dabar Kirin

About Rêvebir

Check Also

Lêkolîneke Berawirdî li ser “The Interlopers” û “Bêbextî”yê

Ferhat YILMAZ Xwendekarê Doktorayê ye di Beşa Ziman û Çanda Kurdî de li Zanîngeha Dicleyê. …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *