Saturday , August 18 2018
Home / Cild / Cild 2 / Jimar 7 / Ji Edîtor 7

Ji Edîtor 7

Ji Nûbihar Akademîyê merhaba.

Em gelekî kêfxweş û serbilind in ku bi jimareke nû ya kovara Nûbihar Akademîyê dîsa li pêşberî we lêkolînerên hêja ne. Nûbihar Akademîyê, heta niha weşangeriya xwe ya akademîk zêdetir di çarçoveya mijarên spesîfîk ên wek devok, nivîskar, hel- bestvan, çand, dîrok, destnivîs û belgenameyên xwecihî de domandiye. Herçiqas em wek lêkolînerên niştecih ên Kurdolojiyê hewl didin ku di hilberînên xwe de van mijarên xwecihî û îhmalkirî derxin pêş, lêbelê digel vê jî carinan rûdanên rojane yên siyasî ewqas şênber dibin ku mirov nikare wan piştguh bike û bêgav dimîne ku asoyê ji mîkroyê ber bi makroyê ve berfireh bike. Çawa di vê jimarê de dê bê dîtin, Nûbihar Akademî di rewşên bi vî rengî de bi her du perspektîfan gotaran diweşîne.

Di vê jimarê de wek formata standart a kovarê dîsa çar gotar, wergerek û bel- genameyek cih digirin. Ji aliyê zimanên ku hatine bikaranîn ve sê gotar, werger u dokument bi Kurdiya Kurmancî u gotarek jî bi Îngilîzî hatine amadekirin. Ji aliyê disîplînan ve du gotar di qada siyaseta navneteweyî, gotarek di qada pwerwerde, gotarek di qada edebiyata Kurdî ya gelêrî, werger di qada ziman, belgename jî di qada tarîxa Kurdan de ye.

Gotara Abdullah Kıran a bi sernavê “Tirkiye, Şerê li Hember DAÎŞê û Pêşeroja Kurdan” bi Kurdiya Kurmancî ye û di qada zanista siyasetê de ye. Kıran di gotarê de li ser serdema dawî ya siyaseta Tirkiyeyê û Kurdistana Başûr ku ji 2003yan dest pê dike û heta bi referandûma Kurdistanê dom dike radiweste. Kıran di çarçoveya faktorên wek girêka Kerkûkê, bihara Ereban, enerjî û DAÎŞê de li ser siyaseta Tirkiyeyê ya serdema navborî û pirsa sexwebûna Kurdistanê analîzên berfireh dike.

Gotara Necat Keskin ya bi sernavê “The Kurdish Nationalistic Senses and Kur- dish Politics in the Last Century” bi Îngilîzî hatiye nivîsîn û qada wê jî zanista siyasetê ye. Keskin di gotara xwe de pêşî balê dikişîne ser peymanên navneteweyî yên ku piştî belavbûna Osmaniyan hatine lidarxistin û Kurd li derve hiştine, piştre rewşa îro ya Kurdan ku piştî sed salî dîsa dîzayneke nû li Rojhilata Navîn tê kirin bi wê serdemê re berawird dike. Keskin di çarçoveya teoriya Anderson ya bi navê “cemaetên xeyalî” û rûdanên siyaseta rojane de gihîştiye wê encamê ku hê jî di nav Kurdan de fikra neteweyî zelal nebûye.

Gotara Şehmuz Kurt a bi sernavê “Li Gorî Pîvanên Cunningsworth Nirxandinek li Ser Hînkerê” bi Kurdiya Kurmancî ye û di qada perwerdeyê de ye. Kurt di gotara xwe de li gorî krîterên Alan Cunningsworth ku yek ji pêşengên girîng ên qada nirxandin û hilbijartina pirtûkên hînkirina zimanan tê qebûlkirin, nirxandinekê li ser seta hînkirina zimanê Kurdî ya ku navê wê “Hînker” e dike. Kurt destnîşan dike ku “Hînker” di naveroka zimanî, çar şiyanwerî û rola mamosteyan de xwediyê hin kêmasiyan jî be, di nirxên civakî û metodolojîyê de serkeftî ye.

Gotara Mehmet Yıldırımçakar a bi sernavê “Heyranok ji Hêla Ziman, Şêwaz û Naverokê ve: Nimûneya Herêma Wanê” bi Kurdiya Kurmancî ye û di qada ede- biyata Kurdî ya gelêrî de ye. Yıldırımçakar di gotara xwe de di çarçoveya herêma Wanê de li ser cureya heyranokê radiweste û li gorî rêbazên zanistên çand, folklor û edebiyatê li ser ziman, şêwaz û naveroka heyranokên devera Wanê tesbît û analîzên girîng dike.

Di beşa wergerê ya vê jimarê de gotara Theodora Bynon a bi sernavê “The Erga- tive Construction in Kurdish” ku di sala 1979an de li Zanîngeha Londonê di kovara Bulletin of the School of Oriental and African Studies de (Cambridge University Press, j. 42) hatiye weşandin, ji aliyê Resul Geyik ve bi sernavê “Binyada Ergatîviyê di Kurdî de” bo Kurdiya Kurmancî hatiye wergerandin.

Herî dawî di beşa dokumentê ya vê jimarê de dokumentasyoneke ku Yusuf Baluken bi sernavê “Çend Dokument ji Serdema Mîrektiya Melkişî” amade kiriye cih digire. Baluken di dokumentasyonê de nivîstekên Medreseya Yelman Beg, du tirbên malbata Melkişiyan û çend diraven ku li Çemişgezekê ji aliyê Melkişiyan ve hatine çapkirin pêşkêş dike. Şayanê behs e ku mîrektiya Melkişiyan di sedsala XIV’em de ava bûye û li derdora Çemişgezek, Mazgirt, Pertek û Saxmana Dêrsimê desthilatdarî kiriye.

Heta jimareke dî ya Nûbihar Akademîyê her di nav di xweşiyê de bimînin.

Doç. Dr. Abdurrahman ADAK
Edîtorê Jimarê

About Editor

Check Also

Li Gorî Pîvanên Cunningsworth Nirxandinek li Ser Hînkerê

Şehmuz KURT Xwendekarê Doktorayê li Beşa Ziman û Çanda Kurdî, Zanîngeha Dîcleyê, Turkiye e-mail: sehmuzkurt@gmail.com …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *