Tuesday , October 24 2017
Home / Cild / Cild 2 / Ji Edîtor 6

Ji Edîtor 6

Lêkolînerên hêja merheba.

Em kêfxweş in ku Nûbihar Akademîyê bi vê jimara xwe ya şeşem  sê sal li pey xwe hiştine û em hêvî dikin ku ev meşa wê dê salên dirêj bi dildarî bidome. Çawa ku di gotar û lêkolînên vê jimarê de jî dikare bê şopandin, di xebatên Kurdolojiyê de wek gelek qadên zanistên sosyal, metn di roleke navendî de ye. Çi çapkirî be, çi destxet be ferq nake, carinan tesbîtkirin û amadekirina metnan, carinan jî xebata li ser metnan ji bo lêkolînan dibin mijar. Aşkera xuya dike ku hizr û zanyariyeke akademîk û sîstematîk bê metn ne pêkan e. Nûbihar Akademî ji vê diyardeyê hay- dar e û li gor berpirsiyariya xwe ya li hember wê jî tevgerên xwe didomîne.

Di vê jimara Nûbihar Akademîyê de pênc gotar, wergerek û dokumentek cih di- girin. Çar gotar, werger û dokument bi Kurdiya Kurmancî û gotarek jî bi Îngilîzî ha- tine amadekirin. Di vê jimarê de ji her yek ji qadên edebiyata modern, rojnamegerî û bîbliyografyaya Kurdolojiyê gotarek, ji qada edebiyata klasîk du gotar, dokumen- tek ji qada rojnamegeriyê û wegerek ji qada edebiyata klasîk cih digirin.

Remezan Çeçen, di gotara xwe ya bi sernavê “Di Nav Modernîzasyonên Der- Ewrûpî de Tecrûbeya Kurdan” de di çarçoveya modernîteyên derveyê Ewropayê de li ser modernîteya Kurdan rawestiyaye. Çeçen modernîteya Kurdan wek modernîteyeke der-Ewrupî û modernîteyeke derengmayî pênase kiriye û li ser paşxanên Ewrupî û Osmanî yên vê modernîteyê,   destpêkirina wê li Stenbolê, di çarçoveya tunebûna îmkanên dewletê de ciyawaziya modernîteya Kurdan ji modernîteyên dî yên Şerq-Îslamî û wek aktorên modernîteya Kurdan hizr û tevge- ra kesayetên ronakger ên Kurdan tesbîtên girîng dike.

Seîd Veroj, di nivîsa xwe ya bi navê “Rojnamevanek Siyasetmedar-Rojnameyek Muxalif: Mewlanzade Rifat û Rojnameya Serbestî” de, li ser rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarê Kurd ê dawiya Osmaniyan Mewlanzade Rifat û temendirêjtirin rojnameya wê serdemê Serbestîyê ku 12 salan ji aliyê Mewlanzade Rifat ve hatiye weşandin rawestiyaye. Veroj, ji aliyekî ve jiyan, xebat, pîşe, nêrîn û siyaseta Mew- lanzade Rifat, ji aliyekî ve jî qonaxên rojnameya Serbestiyê û bi van ve girêdayî guherînên naverokî yên rojnameyê bi belge raxistine ber çavan.

M. Zahir Ertekin, di nivîsa xwe ya bi sernavê “Mela Ebdulfettahê Hezroyî û Qesîdetu’l-Qelema Wî” de, li ser menzûmeyeke serbixwe ya helbestvanê Bakurî Mela Ebdulfettahê Hezroyî (w. 1975) ku ji bo temaya qelemê hatiye terxankirin rawestiyaye. Ertekin di gotara xwe de dîmena giştî ya temaya qelemê di edebiyata Kurdî ya klasîk de, wek tenya qesîdeya qelemnameyê ya serbixwe girîngiya qelem- nameya Hezroyî, jiyan û berhemên nivîskar bi hûrgulî destnîşan kirine û herî dawî metnê vê qelemnameyê bi rêbazên zanista neşra metnan weşandiye.

Selim Temo Ergül, di gotara xwe ya bi sernavê “Erdelanî Di Çavkaniyên Bakurî de” wek desthilateke Kurdan a temendirêj a Rojhilatê Kurdistanê bal kişandiye ser Erdelaniyan û mijara kêmnasîna Erdelanê ji aliyê Bakuriyan ve wek diyardeyeke problematîk derxistiye pêş. Temo, di gotarê de çi bi Tirkî çi bi Kurdî ferq nake, ji serdema Osmaniyan heta bi roja me qonax bi qonax dîmena giştî yên çavkaniyên der heqê Erdelanê de û xebatên ku di vî warî de hatine kirin pêşkêşî me kirine û bal kişandiye ser pêşketina Erdelannasiyê di qonaxa dawî de ku ji salên 90î dest pê kiriye û heta roja me didome.

Mustafa Dehqan, di gotara xwe ya Îngilîzî de ku sernavê wê “A Kurdish Poem by Sayyid Ya‘qūb Māydashtī” ye, li ser Seyîd Ye’qûbê Maydeştî ku helbestvanekî sedsala XIXem ê Rojhilatê Kurdistanê ye û bi Kurdiya Goranî helbest nivîsîne rawestiyaye. Dehqan pêşî jiyana helbestvan, berhemên wî yên edebî û poetîkaya helbestên wî destnîşan kirine, piştre jî digel wergera wê ya Îngilîzî û ferhenga wê cih daye metnê helbesteke wî ku destxeta vê helbestê ji aliyê Dehqan ve hatiye tesbîtkirin û berî niha di dîwana Maydeştî de nehatiye çapkirin.

Di beşa “Wergerek”ê ya vê jimarê de Abdullah İncekan, nivîseke D. N. Mac- Kenzie a bi navê “Melayê Cizîrî û Feqî Teyran” ku di sala 1969an de di kitêba “Yadname-ye Îranî-ye Minorski” de ji aliyê M. Minovi û I. Afshar ve hatiye we- şandin, ji Îngilîzî wergerandiye Kurdiya Kurmancî. MacKenzie di nivîsa xwe de li ser jiyana Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran sekiniye û şaşiyên li ser salên jiyana wan destnîşan kirine.

Di beşa “Dokumentek”ê ya vê jimarê de Kenan Subaşı, Kovara Girr û Gallî Mindallanî Kurd ku di sala 1946an de ji aliyê damezirînerên komara Mehabadê ve hatiye weşandin û wek yekem kovara zarokan a Kurdî tê qebûlkirin daye nasandin. Bêguman kovara ku berî niha bi 71 salan li Mehabadê tenê sê jimarên wê hatine weşandin, di nav beyariya kovargeriya zarokan de wek belgenameyeke girîng di- kare bê hesibandin.

Bi hêviya ku em di jimara bê de dîsa li pêşberî we bin bimînin di xweşiyê de.

Doç. Dr. Abdurrahman ADAK
Edîtor

Dabar Kirin

About Editor

Check Also

Erdelanî Di Çavkaniyên Bakurî de

PUXTE: Mîrektiya Erdelanê -serbixwe, xweser an nîv-xweser- nêzîkî 700 salan hebûna xwe domandiye ku ev …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *