Tuesday , October 24 2017
Home / Cild / Cild 1 / Ji Edîtor 5

Ji Edîtor 5

Lêkolînerên hêja merheba.

Kovara Nûbihar Akademîyê, bi jimara xwe ya pêncem rêwîtiya xwe ya di warê kovargeriya akademîk a xebatên Kurdî de didomîne. Ji ber xwezaya kovargeriya akademîk gotarên ku di kovarê de tên weşandin jî divê akademîk û zanistî bin. Ji ber girîngiya mijarê û gihîştina vê astê, em dixwazin li vir li ser rengê sereke yên gotarên akademîk dupatkirinekê bikin: Berî her tiştî gotarên akademîk divê orjînal bin, tiştekî nû li qada xwe zêde bikin û nekevin nav dubarekirinê. Digel vê jî divê gotar sînorkirî bin, di nav wî sînorî de li ser mijarê bi hûrgulî bê rawestan û ahenga di navbera sernav û metnê gotarê de jî bê parastin. Kovara Nûbihar Akademîyê jî di rêwîtiya xwe de, bidestxistina vê astê û di encamê de pêkhatina çandeke akademîk wek mîsyonekê dinirxîne û di vî warî de hewldanên xwe didomîne. Li vir wek têbîniyekê em dixwazin ragihînin ku Nûbihar Akademî ji aliyê îndeksa “asos” (academia social science index)ê ve wek kovareke akademîk hatiye naskirin.

Nûbihar Akademî di vê jimarê de jî bi çar gotar, wergerek û dokumentekê li pêşberî akademîsyen û lêkolînerên Kurdolojiyê ye. Ji gotaran yek jê bi Îngilîzî, sê bi Kurdiya Kurmancî; werger bi Kurdiya Kurmancî, dokument jî bi Îngilîzî hatine weşandin. Gotarên vê jimarê bi rêzê di warên perwerde, edebiyata klasîk, felsefeya Îslamî/Tesewufî û ziman de ne. Werger di warê bawerî, dokument jî di warê edebiyata klasîk de ye.

Nurettin Beltekin, di gotara xwe de ku sernavê “Education and Identity: Rebuilding of the Kurdish Identity within and in Spite of Turkish Education System” e, di çarçoveya tecrubeya perwerdeyî ya 30 sîyasetmedarên Kurd de û bi rêbaza hevdîtinan, helwestên wan li hember “nasnameya fermî” ya ku di dibistanan de ji aliyê “Pergela Perwerdeya Tirkî” ve hatiye avakirin vedikole û lê digere ka wan xwendekaran pêvajoya dibistanan a avakirina nasnameyeke Tirkî ya Rojavayî çawa wergerandine ser pêvajoya avakirina nasnameyeke Kurdî.

Abdurrahman Adak, gotara xwe ya bi sernavê “Şewqiyê Xanî li Pey Şopa Ehmedê Xanî: Berawirdkirinek li Ser  Mulemmayên Wan ên Çarzimanî”, ji bo berawirdkirina mulemmayên helbestvanê navdar Ehmedê Xanî û helbestvanekî bi navê Şewqiyê Xanî ku heta niha nenas maye terxan kiriye. Adak, di gotarê de gihîştiye wê encamê ku digel orjînalîteyên wê, mulemmaya Şewqiyê Xanî li pey şopa mulemmaya Ehmedê Xanî û di bin bandora wî de wek “nezîre”yekê hatiye nivîsin. Ji vê jî derdikeve holê ku Ehmedê Xanî ne di warên mesnewiyên evînî, ferheng û eqîdenameyên menzûm tenê de, wî herweha di warê helbestên serbixwe û şêweyên edebî yên wek mulemmayê de jî li pey xwe hin şop hiştine.

Nesim Doru, di gotara xwe de ku sernavê wê “Berawerdkirina Dîwana Melayê Cizîrî û Dîwana Seyîd Qedrî Haşimî ji Aliyê Hizra Tesewufê ve” ye, ji aliyê mijarên felsefeya Îslamê/tesewufê yên wek hebûn, însan û evînê ve di navbera hizrên Melayê Cizîrî ku di edebiyata Kurdî de wek nûnerê herî girîng ê felsefeya Îslamê/tesewufê tê qebûlkirin û Seyîd Qedrî Haşimî ku endamekî Neqşebendîtiya Xalidî yê sedsala XXem e berawirdiyekê dike. Doru di gotara xwe de gihîştiye wê encamê ku herçiqas di navbera hizrên Seyîd Qedrî û Melayê Cizîrî de bi piranî hevbeşî hene jî, Seyîd Qedrî di hin hizrên xwe de di bin bandora dustûrên Neqşebendîtiya Xalidî de maye û ji hizrên Mela yên felsefî dûr ketiye.

Nesim Sönmez û Resul Geyik, di gotara xwe ya bi sernavê “Xebata Berawirdkirin û Dijberhevkirina Demên Îngilîzî û Kurmancî” de digel rêbaza berawirdkirinê bi rêbaza dijberawirdkirinê ku bi taybetî di xebatên zimannasiyê de tê tercîhkirin, li ser demên Îngilîzî û Kurmancî xebatek kirine. Sönmez û Geyik, di encamê de di çarçoveya lêkera bûnê, hevoksazîya Îngilîzî, ergatîvî û bikaranînên demen borî, demên niha û demên bê de aliyên hevpar û cuda yên her du zimanan destnîşan kirine.

Di beşa “Wergerek”ê ya vê jimara Nûbihar Akademîyê de nivîseke Shahab Vali ya bi sernavê “Bibliographie Sélevtive de L’Islam Kurde” cih digire. Nivîs di sala 1998an de li Parisê di Kovara Islam des Kurdes, les Annales de l’autre Islam de bi zimanê Frensî hatiye weşandin û ji aliyê Sevda Orak Reşitoğlu ve bi sernavê “Nasandina Giştî ya Edebiyata Dînî ya Kurdên Yarsanî” bi bal Kurdiya Kurmancî ve hatiye wergerandin.

Di beşa “Dokumentek”ê ya vê jimarê de jî Mustafa Dehqan bi sernavê “A Gūrānī Mawlid” mewlûdeke Goranî ya destxet ku ji zimanê Erebî hatiye wergerandin dide nasandin. Destxeta Mewlûdê di sala 1900î de bi xetê Hebîbullah b. Mîrza Fethullah hatiye nivîsîn û niha li Îranê li pirtûkxaneya Gulpeyganî ya bajarê Qumê tê parastin.

Em hêvî dikin ku di jimareke din a Nûbihar Akademîyê de em bi xebatine din ên zanistî dîsa li pêşberî we bin.

Doç. Dr. Abdurrahman Adak
Edîtor

Dabar Kirin

About Editor

Check Also

Nasandina Giştî ya Edebiyata Dînî ya Kurdên Yarsanî

Shahab VALI Asst. Prof., Mardin Artuklu University, Turkey Wergera ji Frensî: Sevda Orak Reşitoğlu

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *