Monday , November 20 2017
Home / Cild / Cild 1 / Ji Edîtor 2

Ji Edîtor 2

Lêkolînerên hêja,

Em gelek kêfxweş û serbilind in ku jimara yekem a Nûbihar Akademiyê di nav lêkolîner, akademisyen û hezkerên zimanê kurdî de dengekî xweş veda. Bi qasî destpêkirina karekî domandina wî karî jî girîng e. Ji ber vê yekê çawa jimara yekemîn şanaziya destpêkirinê dabû me, jimara duyemîn jî kêfxweşî û serbilindiya domandina vî karê girîng dide me. Domandina derbirîna Nûbihar Akademiyê çima girîng e? Ji ber ku Nûbihar Akademî yek ji çend dengvedanên akademîk ên bîr, boçûn û kelepora kurd e. Her wiha bi kurtasî mirêkeke înterdîspilînêr a edebî, felsefî, civakî, derûnî, siyasî, zimanzanî û perwerdehî ya tekoşîna kurdayetî ye ya ku ev demeke dirêj e berdewam e.

Nûbihar Akademî di vê jimara xwe de jî xebatên yek ji ya din girîngtir digihijîne xwendevanên xwe.

Di vê jimarê de jî şeş xebatên akademîk; çar ji wan bi ingilîzî, dido ji wan bi kurmancî yên sûdewer ên di warê çand, ziman, dîrok û wêjeya kurdî de hêjayî weşandinê hatine dîtin hene.

Mustafa Dehqan, di gotara xwe ya bi navê “Literary Citations in the Sharafnāma” yê de xebatekê li ser çavkaniyên berhema navdar Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî kiriye. Di vê xebatê de, ronahî dide ser dewlemendiya çandî û eleqedariya îlmê ya wê serdemê li erdnigariya Kurdistanê û di wergirtina çavkaniyan de jî xweseriya Şerefnameyê destnîşan dike. Gotar bi van awayên xwe musteheqê wergirtina wesfekî newaze dibe di warê lêkolîn û lêgerînê de.

Khaled Khayati, bi xebata xwe ya ku xusûsiyetên lêgerîna cih û waran jî dihundirîne ya bi navê “Diasporic Narratives of Serhedî Kurds in France – Memory of Homeland, Refugee-hood and Social Exclusion”ê mexdûriyeta kurdên Serhedê yên li Fransa dijîn a ku li Kurdistanê dîtine, trawma û êşên xwe berdane bin hişmendiya wan bandoreke çawa li jiyana wan kiriye û ev êş û trawma bi çi awayî veguherîne mînakên girîng ên gilî û gazinên vegotina mexdûriyeta diyasporayê. Khayatî bi vê xebata xwe di warê civakî de nimûneyeke xweser a lêgerînê pêşkêş dike.

Rahman Dağ di xebata xwe ya ku di sedsala 19. de bertekiyên kurdan ên li hember reformên Osmaniyan hilgirtiye dest, ya bi navê “Ottoman Reforms and Kurdish Reactions in the19th Century”ê de, di sedsala 19. de ji serhildana Abdurrahman Paşa (1808) an heta serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî (1880) gelek rêzeserhildan ji serhildanên neteweyî bihtir, wekî ji sedsala 16an ve bertekî û serhildanên mîrekiyên kurdan ên xwedî otonomiyeke qismî bûn ku li hember reformên ji tahkîmkirina navendê yên Babê Alî dinirxîne, bi vî awayê xwe gelek tiştan li dîroka siyasî ya kurd zêde dike.

Abdulsalam N. Abdullah, Diyar Abdulkareem Saeed û Salwa Fariq Salih bi xebata xwe ya bi navê “Şîrovekirin û Saloxdana Zimaniya Şaşiyên Rênivîsê (Li Def Fêrxwazên Qonaxa Çarê Bineret)” de, bihtir şaşiyên rêzimanî û yên bilêvkirinê yên ji hêla nivisîn, axaftin û guhdarîkirinê ve yên zarokên di asta dibistana seretayî pola çaran di dema bikaranîna ziman de bi kar tînîn wergirtiye dest, bi vî awayî balê dikişîne ser girîngiya rast a bikaranîna ziman di perwerdeyê de.

İbrahim Bor bi xebata xwe ya tesîra ziman a di pêkhatina nasnameyê û pêkhatina nasnameya zimanî, ya bi navê “Ziman û Kesayetî: Kesayetiya Ziman” de, keseyetiya gelekî bi çi awayî diteyise zimên û ziman jî bi çi awayî nihêrîna gelekî ya li dine û rihê wî gelî bi çi awayî dişikilîne hilgirtiye dest. Gotar ji nêrînên rewşenbîrên wekî Humboldt, Herder û Chomsky dest pê dike derbarê vê mijarê de çarçoveyeke teorîkî pêşkêş dike.

Suleyman Kasap bi gotara xwe ya “A Classroom Research on Whether Using L1 or L2 in L3 Acquisition”ê zehmetiya fêrbûna zimanê sêyemîn ê ne bi zimanê zikmakî bi zimanekî duyemîn hildigre dest. Wekî mînak, zehmetkêşana di pêvajoya hîndekariyê de ya xwendekarên kurd ên ku ingilîzî, ne bi zimanê xwe yê zikmakî, bi zimanê tirkî fêr dibin bi lêkolîneke karvanî radixe ber çavan û girîngiya perwerdehî û hîndekariya bi zimanê zikmakî ya di vî warî de diyar dike.

Di beşa dawî ya kovarê ya bi sernavê “Dokumantek”ê de, Yusuf Baluken di bin sernavê “Çend Dokument Ji Serdema Mîr Evdalê Botî” de sê belgeyên girîng pêşkêşî cîhana zanyariyê dike. Ev her sê belge; kîtabeya înşakirina Medreseya Evdaliyeyê, kêlikên qebrên Mem û Zîn û sê heb sîkkeyên ji aliyê Mîr Evdal ve li Cizîr û Sêrtê hatine çapkirin û ji malûmatên derbarê van sikkeyan pêk tên; ên ku li Kurdistanê di sedsala XVan de ji serdema desthilatdariya mîrê Cizîra Botan Mîr Evdal mane ne.

Wekî gotina dawî, bi vê jimara kovarê re em ê pêvekeke ku ji îndeksekê pêk tê pêşkêşî xwendevanên xwe bikin. Ev îndeksa Şerefnameyê ye, ya ku di xebatên Kurdolojiyê de cihê herî girîng digre. Di sala 1860an de V. Véliaminof Zernof ev îndeks li Saint Petersburgê bi awayekî berfireh ji edisyona Farisî re çêkiriye. Îndeksa Şerefnameyê ji aliyê lêkolînerê hêja Mustafa Dehqan ê ku derbarê Şerefnameyê de xebatên wî yên giranbiha hene û di vê hêjmarê de jî gotereke wî li ser Şerefnameyê cî girtiye ve bi xebateke ciddî û baldarî hatiye amadekirin; li gorî navê kes, cih û berheman hatiye tertîpkirin. Kesên dixwazin li ser Şerefnameyê li gorî edisyona farisî bixebitin dikarin ji vê îndeksê gelek îstîfade bikin.

Bi hêviya ku di jimara me ya sêyem de em dîsa li pêşberî we bin.

Digel silavan.

Dr. Hayrullah Acar
Edîtorê vê Jimarê

Dr. Hayrullah Acar Edîtorê vê Jimarê

About Editor

Check Also

Xebateke Berawirdkarî (Komparatîf) û Dijberawirdkarî (Kontrastîf) li ser Demên Îngilîzî û Kurmancî

Nesim SÖNMEZ -Resul GEYİK PUXTE: Her çiqas Îngilîzî û Kurmancî di heman malbata zimên de …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *