Nûbihar Akademî

Kovara Nûbihar Akademîyê kovareke bihekem, akademîk û navneteweyî ye ku weşana gotarên bikêrhatî yên qada Kurdolojîyê dike. Nûbihar Akademî, bi rêbazeke akademîk û bi nêrîneke multidisiplinerî di qadên wekî ziman, edebîyat, tarîx, çand, huner, civak, dîn û aborîyê de cih dide her cure nivîsarên zanistî yên bi Kurdan re pêwendîdar. Di kovarê de nivisarên mîna gotarên resen, gotarên kurt, wergêran, tîpguhêzî, danasîna sempozyum, pirtûk û tezan tên weşandin. Gotarên ku ji bo weşandinê tên şandin bi sîstema “hekemtîya kor” ku ji hêla hekemên pispor ên ku navên wan tên veşartin ve tên nirxandin. Kovara Nûbihar Akademîyê di demsalên Bihar û Payîzê de salê du caran derdikeve. Zimanê weşanê Kurdî (bi hemû zaravayên xwe ve), Îngilizî, Farisî û Tirkî ye.