Friday , April 20 2018
Home / Cild / Cild 2 / Jimar 7 / Heyranok ji Hêla Ziman, Şêwaz û Naverokê ve: Nimûneya Herêma Wanê

Heyranok ji Hêla Ziman, Şêwaz û Naverokê ve: Nimûneya Herêma Wanê

Mehmet YILDIRIMÇAKAR
Xwendekarê Doktorayê li Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî, Zanîngeha Bîngol-Mûşê, Turkiye
e-mail: mehmetyildirimcakar@gmail.com

PUXTE:

“Heyranok” yek ji cureyên edebiyata Kurdî ya gelêrî ye. Di nav keresteyên edebiyata Kurdî ya gelêrî de heyranok li gorî ziman, şêwaz û naveroka xwe hêjayî gelek vekolîn û analîzan e. Xebata me li ser heyranokên li herêma Wanê hatine berhevkirin hûr dibe û hewl dide ku van heyranokan analîz bike.Me di serî de pênaseya heyranokê kir û di pey re li gorî herêmên ciyawaz navên ku ji bo heyranokê têne bikaranîn tesbît kirin. Paşê, heyranok di çarçoveyeke zanistî de, li gorî rê û rêbazên zanista çand, folklor û edebiyatê ji hêla ziman, şêwaz, naverokê ve hatin analîzkirin. Di encamê de hat dîtin ku heyranok kurtehelbestên lîrik in û ji bo heyranê têne gotin. Heyranok berhemeke anonîm e. Mijara heyranokan evîn û evîndarî ye. Heyranok bi zimanekî sade hatine honandin.

Bêjeyên sereke: Heyranok, folklor, helbesta Kurdî ya gelerî, evîn.

* Ev gotar ji teza masterê derçûye ku bi navê “Heyranok di Edebiyata Kurdî ya Gelêrî de Mînaka Herêma Wanê” pêşkêşî Zanîngeha Mûş Alparslanê, Enstîtûya Zanistên Civakî, Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî bûye.

Dabar Kirin

About Mehmet YILDIRIMÇAKAR

Xwendekarê Doktorayê li Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî, Zanîngeha Bîngol-Mûşê, Turkiye / PhD student at Department of Kurdish Language and Literature, Bîngol-Mûş Unv., Turkey - mehmetyildirimcakar@gmail.com

Check Also

Hestên Netewî û Siyaseta Kurdan di Sedsala Dawî de

Necat KESKİN Dr., Zanîngeha Mardin Artukluyê, Enstîtuya Zimanên Zindî, Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî, …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *