Monday , December 18 2017
Home / Cild / Cild 2 / Erdelanî Di Çavkaniyên Bakurî de

Erdelanî Di Çavkaniyên Bakurî de

PUXTE:

Mîrektiya Erdelanê -serbixwe, xweser an nîv-xweser- nêzîkî 700 salan hebûna xwe domandiye ku ev yek di dîroka Kurdan de diyardeyeke gelek girîng e. Digel vê yekê, demeke dirêj, Erdelanî ji aliyê Bakuriyan ve nedihatin nasîn. Di kovar û rojnameyên pêşîn ên Kurdên Bakurî de çend agahî hene. Lê piştî Komara Tirkiyeyê hate avakirin tevî Kurdî, pirtûkên di heqê Kurdan de jî ji aliyê serdestan ve hatin qedexekirin. Bi salên 70yî re, weşanxaneyên Kurdan hatin avakirin û pirtûkên di heqê Kurdan de hatin çapkirin. Gava mirov li vê prosesê dinihêre, tê dîtin ku helwesta yekemîn, wergera Şerefnameyê bo Tirkî ye (1971). Ber bi dawiya salên 70yî ve, çend pirtûkên Kurdologên biyanî hatin weşandin ku di heqê Erdelanê de agahiyên kurt didan. Lê piştî salên 90î, siyaseta kurdewar li Bakur xurt bû, dezgehên çandî û weşanxaneyên bihêz hatin avakirin û ronakbîrên Kurd ên li diyasporayê berhemên sereke werge- randin ser Kurdî an Tirkî. Bi vî awayî agahiyên di heqê Erdelaniyan de zêde bûn. Emê di vê gotarê de li ser agahiyên navborî rawestin, cudatiyên wan destnîşan û berawird bikin û Erdelannasiya Bakurî derpêş bikin. Emê li ser çavkaniyên Kurdî û Tirkî rawestin bê çawa û çiqas behsa Erdelaniyan kirine.

Bêjeyên Sereke: Kurd, Kurdolojî, Erdelan, Bakur, dîrok.

Dabar Kirin

About Selim Temo ERGÜL

Dr., Zanîngeha Mardin Artukluyê, Fakulteya Edebiyatê,
Beşa Ziman û Edebiyata Tirkî, Mêrdîn, Turkiye /
Asst. Prof., Mardin Artuklu University, Faculty of Literature,
Department of Turkish Language and Literature, Mardin, Turkey / selimtemo@gmail.com

Check Also

Mela Ebdulfettahê Hezroyî (Fethî) û Qesîdetu’l-Qelema Wî (Metn-Lêkolîn)

PUXTE: Helbestên babeta qelemê yên Edebiyata Klasîk (qelemname) hem wekî cureyekî edebî girîng in hem …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *