Tuesday , October 24 2017
Home / Cild / Cild 1 / Di Sedsala XIXem de Reformên Osmanî û Reaksiyonên Kurdan

Di Sedsala XIXem de Reformên Osmanî û Reaksiyonên Kurdan

Deqê gotarê bi Îngilîzî ye.

PUXTE: Dewleta Osmanî ji ber ku di seranserî sedsala 19an de hin reformên leşkeri, aborî, îdarî û civakî xistiye meriyetê, mirov dikare vê sedsalê wek sedsala reforman bi nav bike. Ji sala 1514an heta sedsala 19an hevsengiyek di navbera têkiliyên dewleta Osmanî û eşîrên kurdan de hebû. Eşîrên kurdan û dewleta Osmanî li ser rêveberiyeke otonom li hev kiribûn û ev rewş ji her du hêlan ve jî hatibû parastin. Lêbelê ji bo dabînkirina lêçûnên leşkerî, bicihkirina modernizasyona burokrasiyê, piştî rakirina Ocaxa Yeniçeriyan sazkirina arteşeke nû û pêdiviyên mirovî mesrefeke mezin derket holê. Ji ber van sedeman têkilî û hevsengiya navborî xera bû û di navbera eşîrên kurdan û navendê de têkoşînek dest pê kir. Ev rewş heta hilweşandina imparatoriyê berdewam kir.

Li ser vê rewşa bicihbûyî ya navbera her du aliyan, eşirên kurdan ji bo parastina pozisyona xwe, ketin nav liv û lebatekê, ev jî nîşan dide ku reformên vê serdemê yên herî gîrîng reformên îdarî, ango navendîbûniyê bûn. Bi vê agahiyê ez dixwazim vê diyar bikim ku armanca serhildanên eşîrên kurdan ên di sedsala 19an de qewimîne, ne avakirina Kurdistaneke serbixwe bû ku xwe dispart netewperweriya kurdî, berovajî vê yekê, divê ev serhildan wek karvedaneke li hember reforman bêne nirxandin. Di nav vê konteksê de serhildana Ebdurrahman Paşa ya sala 1806an, serhildana Mîr Mihemmed Paşayê Rewandizî ya sala 1834an, serhildana Bedirxan Beg a sala 1840an, serhildana Şêx Ûbeydulahê Nehrî ya sala 1880an de pêk hatine, dê ji bo piştrastkirina vê angaştê bên nirxandin.

Peyvên Sereke: Reformên osmanî, navendîbûn, eşirên Kurdan û ser­hil­danên wan, neteweperweri.

Dabar Kirin

About Rahman DAG

Dr. Zanîngeha Adiyamanê, Fakulteya Fen-Edebiyatê, Adiyaman, Turkiye. / Dr. Science-Literature Faculty, Adıyaman, Turkey.

Check Also

Xebateke Berawirdkarî (Komparatîf) û Dijberawirdkarî (Kontrastîf) li ser Demên Îngilîzî û Kurmancî

Nesim SÖNMEZ -Resul GEYİK PUXTE: Her çiqas Îngilîzî û Kurmancî di heman malbata zimên de …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *