Monday , December 18 2017
Home / Cild / Cild 1 / Di Sedsala 18’em de Pergala Îdarî li Bakurê Kurdistana Osmaniyan

Di Sedsala 18’em de Pergala Îdarî li Bakurê Kurdistana Osmaniyan

PUXTE:

Desthilatiya Dewleta Osmanî ya li Kurdistan Bakur a Osmaniyan (Serhed) bipiranî li ser bingehên nîvendî hatine hesibandin. Li gorî piraniya Osmanîperweran ew herêm ji aliyê dewletê bi awayekî hişk dihate kontrolkirin, herwiha hêzdarên herêmî di wê qada tamponê de ew çend jî bihêz nebûn. Ji ber vê yekê desthilatdarên herêmî wek bendeyên pasîv hatine pênasekirin yên ku bindestên Osmaniyan bûn. Lêbelê heke em belgeyên Osmanî ji nêz ve analîz bikin û li ser wan bisekinin em ê bibînin ku têkilyên rasteqîn ên hêzdariyê yên di navbera hêzên herêmî li ser bingehên hevpar ava dibin. Nîvenda emperyal a Osmaniyê siyaseta xwe ya kontrol û hevsengiyê bi rê ve biriye, lê dîsa jî rola herî aktîf ji aliyê arîstokratên herêmî ve hatiye lîstin li ser van serhedên Dewleta Osmanî yên sedsala 18an. Yek ji armancên sereke yên vê nivîsarê ev e: ew ê nîşan bide ku senifandina Hikûmeta Osmanî û Sancaqên Yurtluk/Ocaklık li Kurdistana Bakur a Osmaniyê yên sedsala 18an hewayê siyasî yê rasteqîn nîşan nadin. Wisa diyar e ku ew termînolojiyeke bêbingeh e, û rêvebirên Sancaqên Yurtluk/Ocaklık hin caran ji Xanên Sancakên Hikûmetê yên Kurdistana Bakur a Osmaniyan zêdetir xwedî hêz bûn. Di destpêka nivîsarê de hinek mînak hatine dayîn da bê dîtin ka Osmanîperweran têkiliyên hêzdariyê yên li Kurdistana Bakur a Osmaniyê çawa pênase kirine. Piştre xwendevan dê bibînin ka çarçoveya deshilatdariyê ya Kurdistana Bakur a Osmaniyê ya di sedsala 18an de di eslê xwe de çawa hatiye pê. Rolên Paşayên Sancaqên Paşayan yên Erzurum û Wanê, Sancaqa Hîkûmetê Bedlîsê û Sancaqên Yurtluk/Ocaklık herêmê bûne mijara nivîsarê da ê dîtin ka atmosfera rasteqîn ya li Kurdistana Bakur a Osmaniyê ya di sedsala 18an çawa bû.

Bêjeyên sereke: Dewleta Osmanî, begên Kurd, yurtluk-ocaklık, hikûmet, sencaq.

Dabar Kirin

About Erdal ÇİFTÇİ

Wanebêj, Zanîngeha Mardin Artukluyê, Fakulteya Edebiyatê, Beşa Tarîxê, Mêrdîn, Turkiye. / Lecturer, Mardin Artuklu University, Faculty of Literature, Department of History, Mardin, Turkey.

Check Also

Perwerde û Nasname: Avakirina Nasnameya Kurdî li Hember û bi Pergala Perwerdeya Tirkî

PUXTE: Armanca vê xebatê, li gorî tecrûbeya perwerdeyî ya sîyasetmedarên Kurd veçirandina têkiliya di navbera …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *