Tuesday , October 24 2017
Home / Cild / Cild 2 / Di Nav Modernîzasyonên Der-Ewrûpî de Tecrûbeya Kurdan

Di Nav Modernîzasyonên Der-Ewrûpî de Tecrûbeya Kurdan

PUXTE:

Wekî gelek pêkhateyên dewra Osmaniyan, di nav Kurdan de jî fikrên Ewrûpî di serê sedsala bîstan de li Stenbolê peyda bûne. Li gor taybetiyên xwe yên sereke yekûna van fikran teqabûlî modernîzasyoneke der-Ewrûpî dike. Lê di tunebûna îmkanên dewletê de tecrûbeya Kurdan ji modernîzasyonên Şerq-Îslamî vediqete. Pêkera ku di nav civatê de fikr û jiyaneke modern binecî dike, ne meyla burokrasiya dewletê ye, îrade û enerjiya kesekî xwenda ye. Ev kesê ku pêbendî îdealên fikreke ronakger e, wisa bawer dike ku bi rêya dibistan û perwerdeyê, jiyan û civateke aqilger, zanist û fen, sazkirina îdareyeke meşrûtî miletê wî jî bigihîje karwanê esrî yê demê. Ji bo vê yekê ronakbîrê Kurd her wekî di bunyeya miletê xwe de şiyarbûn an vejandineke netewî saz bike, hem ajîtasyoneke ku berê wê li hesasiyetên netewî ye pêk aniye û hem jî xwediyê eleqeyeke akademîk e ku berê xwe daye naskirina çand, edebiyat û dîroka xwe. Heta maweya destpêka Şerê Cîhanê yê Yekem, gotarên civakî yên ronakbîrê Kurd vê rastiyê destnîşan dikin.

Ev gotar feyza xwe ji beşeke teza doktorayê digire  ku ev tez bi navê Di Rola Ekola Hawarê Di Binecîkirina Cureyên Edebiyata Kurdî ya Nû De (Li Ber Temaya Modernîteya Ronakger)  pêşkêşî Zankoya  Zaxoyê beşa Kolêja Edebê bûye.

Bêjeyên Sereke: Modernîzasyon, Kurd, perwerde, aqil, fen, ronakbîrên Kurd, ronakger, gotar.

Dabar Kirin

About Ramazan ÇEÇEN

Wanebêj, Zanîngeha Mardin Artukluyê, Enstîtuya Zimanên Zindî, Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî, Mêrdîn, Turkiye ///////////////////////////////// Lecturer, Mardin Artuklu University, Living Languages Institute, Kurdish Language and Culture Departmant, Mardin, Turkey. e-mail: remalan7@gmail.com

Check Also

Erdelanî Di Çavkaniyên Bakurî de

PUXTE: Mîrektiya Erdelanê -serbixwe, xweser an nîv-xweser- nêzîkî 700 salan hebûna xwe domandiye ku ev …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *