Monday , November 20 2017
Home / Çapemenî / Danezan

Danezan

Weşanxaneya Nûbiharê ku bîst sal e li Stenbolê weşangeriya kurdi dike, dil dike ku li Tirkiyeyê cara yekemîn, bi navê Nûbihar AKADEMÎyê kovareke bihekem a zanistî ya kurdî derxe.

Kovara Nûbihar AKADEMÎ kovareke bi hekem û akademîk e ku dê weşana gotarên kêrhatî yên di qada kurdolojiyê de bike. Kovara Nûbihar AKADEMÎ dê di demsalên Bihar û Payîzê de salê du caran bê weşandin. Zimanê weşanê kurdî (bi hemû zaravayên xwe ve) û îngilizî ye.

Kovara Nûbihar AKADEMÎ, hewl dide ku xwe bigihîne hemû akademîsyen û kurdnasên cîhanê û di bin çavdêrî û şêwirmendiya wan de karekî baştir derxîne holê. Kovar li benda arîkarî û piştgiriya hemû akademîsyenên dilsoz ên Kurdî ne da ku bi hekemtî û gotarên xwe hêz bidin Nûbihar AKADEMÎyê.

Ji bo Hejmara Yekem Tarîxa Dawî ya Şandina Gotaran
15 GULAN 2013
nubiharakademi@gmail.com

About Editor

2 comments

  1. Ez xebata we pîroz dikim.Ji were serkeftin û serfirazîyê dixwazim.

  2. Ez jî vî karî karekî pîroz dibînim.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *