Monday , November 20 2017
Home / Cild / Cild 1 / ÇEND DOKUMENT JI SERDEMA MÎR EVDALÊ BOTÎ

ÇEND DOKUMENT JI SERDEMA MÎR EVDALÊ BOTÎ

Yusuf BALUKEN
Wanebêj, Zanîngeha Mardin Artukluyê, Fakulteya Îlahiyatê, Beşa Dîroka Îslamê, Mêrdîn, Turkiye.
yusufbaluken@gmail.com

Mîr Evdal, herî zêde bi çîroka evînî ya navdar “Mem û Zîn”ê tê zanîn. Ji bilî vê çîrokê, kes nizane Mîr Evdal kî ye, kengê jiyaye û di serdema wî de ji bilî vê trajediya evînê çi qewimiye. Navê Mîr Evdal ê rastî Ebdullah e. Lêbelê di zimanê Kurdî de Ebdullah bûye Evdal. Leqeba wî jî Zeyneddîn e. Navê bavê wî dîsa Ebdullah e. Li gor adetên Kurdistanê, ên ku di zaroktiya xwe de ji bavê xwe sêwî dimînin, navê bavê wan li wan tê danîn. (Şerefname, c. I, r. 131) Dibe ku navlêkirina Mîr Evdal jî bi vî awayî be. Ehmedê Xanî di kitêba xwe ya navdar de (Mem û Zîn) derheqê Mîr Evdal de weha dibêje: “Di ne‘ta hakimê Bohtanê xudanê îqbal Emîr Zeyneddîn bin Emîr Ebdal” (Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, r. 69) Ehmedê Xanî di kitêba xwe de tenê leqeba Mîr Evdal nivisiye.

Navê bapîrê Mîr Evdal Seyfeddîn e. Di sala 1383ê zayinê de Mîr Seyfeddîn wefat kiriye. Piştî mirina wî birayê wî Mîr Îzzeddîn Ehmed ketiye şûna wî. Ji kurên Mîr Seyfeddîn Ebdullah bûye mîrê Tanzê û Ebubekir jî bûye mîrê Finikê. (Îbn Hecer el-Esqelanî, c. II, r. 280)

Em nizanin Mîr Evdal kengî ji dayik bûye. Li gorî çavkaniyeke Suryanî di sala 1430yê zayinê de Mîr Evdal bûye mîrê Cizîra Botan. (Appendix of the Chronography of Gregory Abu’l-Faraj, c. II, r. XXXIX) Li gorî eynî çavkaniyê Mîr Evdal di sala 1458ê zayînê de wefat kiriye. (Appendix, c. II, p. XLIII) Yanî Mîr Evdal nêzî sî salî mîrektîya Botan kiriye. Mîr Evdal ji bilî Cizîrê li Sêrtê jî desthilatdarî kiriye. (Appendix, c. II, p. XLI)

Em di vê xebata xwe de avahiyek (medreseyek), du heb gor û sê heb jî diravên ku bi serdema Mîr Evdal ve giredayî ne didin nasandin.

Dabar Kirin

About Editor

Check Also

Xebateke Berawirdkarî (Komparatîf) û Dijberawirdkarî (Kontrastîf) li ser Demên Îngilîzî û Kurmancî

Nesim SÖNMEZ -Resul GEYİK PUXTE: Her çiqas Îngilîzî û Kurmancî di heman malbata zimên de …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *