Tuesday , October 24 2017
Home / Cild / Cild 1 / Berhemeke Biyografîk a Baqustanî: Siltan Şêxmûs

Berhemeke Biyografîk a Baqustanî: Siltan Şêxmûs

PUXTE:

Berhemên edebî yên klasîk ji bo dahatûya edebiyata neteweyan hîmên esasî ne. Heta ku dîmeneke giştî ya berhemên klasîk ên zimanekî li ber çavan neyête berepêşkirin meriv bi asayî nikare biryareke xurt di pêşveçûn û dewlemendiya edebiyata wî zimanî de bide. Berhemên klasîk ên kurdî jî kêm zêde têne weşandin, têne lêkolînkirin, lê ev xebatana heta niha negihşatine asta ku tête daxwazkirin. Di gelek celebên edebiyata klasîk de kurdî baş nayê zanîn. Yek ji wan cûreyan jî biyografî ye.

Vê gotarê biyografiyeke/jînnameyeke menzûm daye ber xwe ku ji layê Mela ‘Eliyê Baqustanî ve hatiye nivîsîn. Navê berhemê; “Siltan Şêxmûs” e. Di eslê xwe de ev berhem li ser şecereyeke pexşan a Şêx Mûsa ez-Zûlî hatiye amadekirin. Şecere li ser jiyana Şêx Mûsa ez-Zûlî ye û nayê zanîn ku kê nivîsîye. Baqustanî vê şecereya destxet a pexşan a ku bi ‘erebî hatiye nivîsîn peyda dike û bi Kurmanciyeke menzûm ji nû ve saz dike. Baqustanî di vê menzûmeyê de, bi agahiyên ku di şecereyê de derbas dibin qîma xwe neaniye. Helbestvaniya xwe û edebîyatvaniya xwe jî di vê berhema xwe de ceribandiye. Gelek mijarên din ên dîrokî jî li ser agahiyên şecereyê zêde kirine. Di vê gotarê de Siltan Şêxmûsa Baqustanî di çarçoveya sînorên gotarekê de, ji hêla şiklî û naverokî ve hatiye dahurandin.

Bêjeyên sereke: biyografî, Mela ‘Eliyê Baqustanî, Şêx Mûsa ez-Zûlî, edebiyata klasîk, Siltan Şêxmûs.

Dabar Kirin

About M. Zahir ERTEKİN

Check Also

Xebateke Berawirdkarî (Komparatîf) û Dijberawirdkarî (Kontrastîf) li ser Demên Îngilîzî û Kurmancî

Nesim SÖNMEZ -Resul GEYİK PUXTE: Her çiqas Îngilîzî û Kurmancî di heman malbata zimên de …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *