Tuesday , October 24 2017
Home / Cild / Cild 1 / Berawerdkirina Dîwana Melayê Cizîrî û Dîwana Seyîd Qedrî Haşimî ji Aliyê Hizra Tesewufî ve

Berawerdkirina Dîwana Melayê Cizîrî û Dîwana Seyîd Qedrî Haşimî ji Aliyê Hizra Tesewufî ve

KURTE:

Di dîroka hizr û edebiyata Kurdî de rola Melayê Cizîrî balkêş e. Gelek alim, şair û zanyarên Kurd di bin bandora Mela de mane. Dîwana Mela ji vî aliyî ve di medrese û tekeyên Kurdan de bi sed salan wek metnekî pîroz hatiye nirxandin. Em dikarin bibêjin ku di nav helbestvanên Kurdên Kurmanc de ê ku di bin bandora Mela de nemaye tuneye. Yek ji wan helbestvanan jî Seyîd Qedrî Haşimî ye. Haşimî jî wek Mela ji bajare Cizîrê ye ku navenda çand û huner û zanistê bu. Haşimî di Dîwana xwe de, ji aliyê rêbaza edebiyat û hunerê ve, Mela wekî nirxekî dibîne û hin meseleyên tesewufê wekî Mela dinirxîne, lêbelê di hin meseleyên taybet de, bo nimone di mijarên îttîhad, hulûl û nirxandina Hellacê Mensûr de wek nûnerekî terîqeta Xalidîtiyê şîroveyên xwe pêşkeşî me dike. Mebesta vê gotarê ji aliyê nêrînên tesewufî ve berhevkirina Cizîrî û Haşimî ye.

Bêjeyên sereke: Melayê Cizîrî, Seyîd Qedrî Haşimî, Hebûn, Evîn, Însan, Hellacê Mensûr.

Dabar Kirin

About M. Nesim Doru

Assoc. Prof., Mardin Artuklu University, Turkey / Assoc. Prof., Mardin Artuklu University, Turkey

Check Also

Nasandina Giştî ya Edebiyata Dînî ya Kurdên Yarsanî

Shahab VALI Asst. Prof., Mardin Artuklu University, Turkey Wergera ji Frensî: Sevda Orak Reşitoğlu

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *