Tuesday , October 24 2017
Home / Cild / Cild 1 / A Gūrānī Mawlid

A Gūrānī Mawlid

PUXTE:

Têgeha mewlîd an jî mewlûdê (mewlûdun fîhi) helbest û  metnên pexşankî ên methîye ne yên ku derbarê (Muhammed) Pêxember, jidayîkbûna wî û jiyana wî de hatine nivîsîn. Leylet-ûl mewlîd, mewlîda nebî û mewlîda nebewî serenavên pîrozkirina roja jidayikbûna Pêxemberî ne (bi giştî 12î meha Rebîûlewwel, roja dûşemê tê qebûlkirin). Nivîskarên mewlîdê bi alîyên cuda ên jiyana dîrokî ya Pêxemberî ve eleqedar dibin û ev kevneşopiya metnî jî hinek aliyên aşkere yên jiyana Pêxemberî pêşkeş dikin. Servehîyeke girîng a ku li mewlîdan hatiye zêdekirin, meylên mîtolojîk in ku serdestiya Pêxemberî ya li ser mirovan nîşan didin. Di hinek mewlîdan de hin têgehên mîstîk an jî ne-dirust û herwisa cûreyekî serdestiya Şiîtiyê ya li ser mezhebên din ên Îslamê jî cih digirin.[1] Digel hinek kêmasiyên girîng ên vî cûreyê edebî, mewlîd destpêkên kêrhatî ne ji bo hinek aliyên Îslamê yên dînî, mîtolojîkî heta muzîkî.[2]

Di vê nivîsarê de li ser destxeteke Goranî[3] ya nûpeydakirî danasîneke kurt hatiye pêşkeşkirin; Kurdên Misilman eleqeyeke zêde nîşanî vî cûreyê edebî didin. Herçend di nava van deh salên borî Kurdan zêdetir berê xwe dabe xebatên neteweyî jî, wan hevkariyên mezin kirin li ser zanyariya mewlîdê; bi taybetî jî bi rêya xebatên metnî ên wekî edîsyon û piçek wergeran. Zêdebûna eleqeya li ser mewlîd  û metnên dînî, dibe ku ji ber bilindbûna nasnameya neteweyî bin lewre mewlîd(ên ku bi gelek zaravayên cuda yên Kurdî hatine nivîsîn) rê li ber têgehiştineke popûler vedike ku ew nîşaneya zêdebûna Kurdan a neteweyî û çandî ye di qada Îslamê de. Bandora mewlîd her çi be jî, ev destxeta Goranî çavkaniyeke girîng e di kevneşopiyê de û dibe ku bibe alîkar û hinek aliyên nû bide vî cûreyê berfireh ê edebîyata Kurdî.

Bêjeyên sereke: mewlûd, Goranî, Kurdî, edebiyata dînî.

[1]       Ji ber jidayîkbûma Îmamê Elî ya di Kabeyê de, mewlîdên Şiî wekî mewlîda Kabê  jî tên zanîn (Pākatchī, 2003; Holmes Katz, 2007, 6-12).

[2]       Mewlîdan di gelek zimanan cuda de rê li ber gelek berheman vekiriye (Ja‘farīyān, 2002).

[3]       Gūrānī koinē and its different dialects are spoken mostly by the Kurds in Kirmānshāh province (Hadank, 1930).

Dabar Kirin

About Mustafa DEHQAN

Independent Scholar, Iran. e-mail: mustafadehqan@yahoo.com

Check Also

Xebateke Berawirdkarî (Komparatîf) û Dijberawirdkarî (Kontrastîf) li ser Demên Îngilîzî û Kurmancî

Nesim SÖNMEZ -Resul GEYİK PUXTE: Her çiqas Îngilîzî û Kurmancî di heman malbata zimên de …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *